Break newsRaportslide

Şekrê sipî cardî li bazarê Kobanê nema peyda dibe

Yekîtî Media – Kobanê

3/5/2016

PYD li bajarê Kobanê kirîzek mezin di belavkirina şekrê sipî de afirand, bi riya Mala Gel ku tenê li yek navendê nêzîkî dergehê sînorî şekir li ser welatiyan hat belavkirin , lewra ev yek bû cihê nerazîbûna xelkên Kobanê.

Welatiyekî ji Kobanê (navê xwe diyar nekir) got, her kesê ku şekir dixwaze divê berê 2 rojan navê xwe tomar bike, û herwiha divê yek ji dev karê xwe berde û rojek bi temamî bisekine ta ku 10 kg şekir bidestxîne.

Nûçegihanê me li Kobanê amaje kir ku, berî niha zehmetî çê nedbûn jiber ku gelek navendên belavkirinê hebûn, lê niha welatî zehmetiyê dibînin, herwiha got buhaya şekir ji 250 l.s bo 1kg gihişt 350 l.s bo 1kg.

Tê zanîn ku piraniya bazarên bajar û bajarokên Kurdistana Sûriyê şekir li wan nema peyda dibe, û welatî bi zehmetî dabîn dikin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button