Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Berpirsê DAIŞê û 2 birayên wî hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Balafirên hevpeymanan bi dijwarî navendên rêxistina DAIŞê li rojavayê Mûsilê bombebaran kirin û di encam de Berpirsê  Çekdarên DAIŞê yê li Badoşê hat kuştin.

Berpirsê Liqa 14 a Partiya Demokrata Kurdistanê li Mûsilê Ismet Receb di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, ku şeva borî balafirên şer ên hevpeymanan êrişî navendên leşkerî yên DAIŞê li rojavayê bajarê Mûsilê kirin.

Ismet Receb got: “Balafiran otomobîleke çekdarên DAIŞê li rojavayê Mûsilê dan ber bombeyan.”

 

Receb tekez kir: “Di bombebarana hêzên hevpeymanan de, Bepirsê çekdarên DAIŞê li Badoşê, Xeldûn Îbrahîm Xelef Elcihêşî ligel 2 birayên wî hatin kuştin.”

Wî berpirsê PDKê herwiha da xuyakirin, çend çekdarên din ên DAIŞê jî ku pasevanên Xeldûn Îbrahîm Xelef Elcihêşî bûn, di encama êrişa balafiran de hatin kuştin.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button