Break newsNûçeslide

Nemsa rê li ber tirêneke penaberan girt

Navenda Nûçeyan – Îro, rayedarên Austurya ango Nemsayê ragihandin ku wan sînorên xwe li hemberî hatina hejmara zêde ya penaberan asê kirine û rê nedan tirêneke ku koçber ji Hungarya anîbûn derbasî nava sînorê welatê wan bibe.   Rêgirtina li ber trêna hilgira koçberan di demekê de ye ku hikûmetî Nemsa di wê baweriyê de ye, êdî hejmara koçberan û guvaşa wan li ser wî welatî zêde bûye û ew êdî nikarin pêşwaziyê li wê hejmara zêde bikin.   Ev heftiyek bû Nemsayê dixwest sînorê xwe yê bi dirêjahiya 25 kîlometran li gel Hungarya asêtir bike.   Wezîra navxwe ya Nemsa Johanna Mikl-Leitner, ew gotinên ku dibêjin, asêkirina sînoran tê wateya binpêkirina destûra Ewropa red kirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button