Break newsNûçeslide

Nêrebiyê: Hevpeymaniya Nêvdewletî Di Têkbirina Tirorîstiyê De Bi Ser Nakeve  Bê Jinavbirina Esed

Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Miwefiq Nêrebiyê bêhêvîbûna xelkê Sûriyê ji hêzên Hevpeymaniya navdewletî yên dij terorê anî ziman, û da zanîn ku ew wek pêwîst karan encam nadin.
Nêrebiyê got: ” ku gelek xelkên Sûriyê û ezjî yek ji wan bûn, ji berî salekê di dema destpêkirina êrîşên Hevpeymaniyê, baweriya me bi wê yekê dihat ku wê lêdana hêzên hevpeymaniyê bibe pêngavek bo sînordarkirina binpêkirinan li Sûriyê, herwiha wê  rêxistina DAÎŞê jinav bibe û wê bête hokarê bidawîkirina dirindebûna rêjîma Esed; lê îro em dibînin ku rêxistina DAÎŞê di Sûriya de di kontrolkirina qadên nû de berdewam e, hevdem ku hêzên Esed bi dirindeyî dirêjiyê didin qirkirina sivîlan”.
Nêrebiyê hokarê têkşikestina bizavên niha yên hêzên Hevpeymaniyê vegerand bo wê yekê “ku ew li êrîşên Esed li dijî sivîlan nanerin wek heman nerîna wan ji DAÎŞê re, û heger Hevpeymaniya navdewletî berdewam bimîne li ser vê rêbaza têkşikestî ya ku bitenê DAÎŞê ji xwe re dike armanc, û li aliyek din koka arîşeyê piştguh dike ku ewjî rêjîma Esed e, ev yek dibe sedema zêdebûna xwînrijandinê û bihêzkirina DAÎŞê”.
Nêrebiyê tekez kir ku duristkirina navçeya dijfirîn wê bibe fakter bo “bidawîkirina bikaranîna bermîlên teqîner ji alî firokên Esed ve, û herwiha wê hevsengiyên hêzên Esed bêne guhertin, û wê Esed neçar bibe ji bona tevlîbûna danustandinên rasteqîne derbarê veguhestina siyasî, ya ku hatiye pesendkirin ji aliyê Civaka navdewletî ve tevî Rûsiya jî”.
Weha jî got: ” Navçeya dijfirîn wê piropagendeya DAÎŞê têk bişkîne, ya li ser leşkerkirin û tevlîbûna lawan ava dibe, û herwiha wê guhdana Civaka Navdewletî bi parastina sûriyan diyar bibe”.
Nêrebiyê bal kişand ser ku ” heye ku bitenê gefa duristkirina navçeya dijfirîn têra wê yekê bike bo raguhestina kêşeya Sûrî ber bi çareseriya siyasî ve”.
Endamê desteya siyasî hişyarî da heryek ji Amêrîka û Ewropa ku ewê bibin armanc ji êrîşên DAIŞê re, eger şerê Esed li dijî Sûriyan berdewam bimîne; ji ber vê yekê , duristkirina navçeya dijfirîn wê yekemîn pêgav be ji xweparastinê re ji derencamên felaketê  , ya ku ne rojava û herwiha nejî gelê Sûriyê dixwazin bigehinê, herwiha duristkirina navçeya dijfirîn wê karwanên  koçberiyê yên ji tirsa terora Esed û DAÎŞê direvin kêm bike. Jêder:Hevbendî+Hovpost news

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button