Break newsNûçeslide

Barzanî: Emê bi hemû awayî alîkariya ROJAVA bikin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, bila gelê Rojavayê Kurdistanê ji wê yekê piştrast bikin ku Herêma Kurdistanê dê bi hemû awayî alîkariya wan bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê teqîna li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyeke da û têde teqîn şermezar kir û tê de piştgiriya Herêma Kurdistanê anî ziman.

Di daxuyaniya Mesûd Barzanî de serxweşî li kesûkarên qurbaniyan hatiye dayîn û tê de wiha hat gotin: “Gelek bi mixabinî carekî din xuşk û birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê bûne qurbanê destê tawanbarê terorîstan, hejmarek hemwelatiyên bêguneh şehîd û birîndar bûne.”

Barzanî teqîn bi tundî şermezar kir û wiha got: “Xuşk û birayên me yên li bajarê Qamişlo û Rojavayê Kurdistanê em ji wê yekê piştrast dikîn ku li hemû rewşeke de piştevaniyawan dikin û niha jî Herêma Kurdistanê û sazî û dezgehên wê yên peywendîdar amadene ji bo pêşwazîkirin û alîkarî û hevkarîkirina birîndaran.”

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê amaje kir ku kesên li hemberî kurdan tawanan dikin dê bedela wê yekê bidin. 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button