Break newsNûçeslide

Pêwîstiya Xelkê Medaya Bi Bizaveke Bilez Heye Ji Bona Rizgarkirina Wan Ji Mirinê 

bilez ji Netewên Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê daxwaza bizaveke navdewletî ya Yekgirtî û Civaka Navdewletî û dostên gelê Sûriyê kir, ji bona derbaskirina alîkariyên hawarhatina bilez bo xelkê Medaya, hevdem hoşyarî da ku her xemsarî û kêmasiyek wê bibe sedema mirina gelek xelkê bêguneh. 
Endamê Hevbendiyê Selah Elhemewî di daxuyaniyekê de cext li ser rewşa Medaya kir û ew bi rewşeke awarte binav kir, û nabe derengî û xemsarî pê re bête kirin, ku mîna demjimêreke xewliyê ye ku xweliya wê ji mirovên bêguneh û ji pîr û jin û zarokan pêktê yên ku ji birçiya û sermayê dimirin, ku bizav ji bona rizgarkjrina wan li ser her nirxekî siyasî re ye, ku bitenê karekî mirovî ye, pêwîst e ku çi kesê karibe bi hawara wan ve biçe. 
Hemewî got:” em gaziya civaka navdewletî dikin ji bona rizgarkirina xelkê Medaya ji hovîtiya rêjîma Esed û çeteyên Hizibulaha terorist, yên ku hîç pêwendiyên wan bi mirovahiyê û bi sinc û rewştan ve nînin”. Ku dorpêçkirina rêjîma Esed ya ji heft heyvan ve li ser bajarokê Medaya disepîne, jiyana bêhtir ji 40 hezar sivîlî êxistiye dibin gefa mirinê de, ji ber birçîbûnê û kêmbûna xwarin û dermanan, û zanyariyên ji Medaya tên hoşyariyê ji rûdana bobelateka mirovî didin di dema ku ev rewş berdewam bimîne, û gelek kes mirin di van rojên nêzîk de bi sedema nemana xwarinê û peydanebûna alavên germkirinê nemaze ku bajarok rastî pêla sermaya dijwar ya niha dibe. 
Ku hin çalakvanan duhî mirina pênc kesan li Medaya ragihandin, ku 2 ji wan bi sedema birçîbûnê mirin, û sê hatin kuştin di kemîneke hêzên Esed de ku (jinek û zarokek û ciwanek hatin armanc kirin di dema hewl didan kelupelên xwarinê derbas bikin), ku gelek xelk hewla şikandina dorpêçê dikin bi armanca derbaskirina kelupelên xwarinê, lê hêzên Esed û çeteyên Hizbulah bombeyan di rêka wan de li derdora bajêr diçînin, ku bûne sedema mirina gelek sivîlan. 
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiyê Bedir Camûs tekez kir ku kiryarên rêjîma Esed li Medaya li ser fermanên Îranê tên kirin ji bona timamkirina pirojeyê xwe yê stratîjîk ji bona valakirina derdora Şamê û encamdana guhertina dîmografîk, ku dest bi vê siyasetê tê kirin li Zebedanê û taxa Elweir û hin navçeyên din. 
Herwiha Camûs daxwaza bi cihkirina biryara 2254an ya vê dawiyê kir, ya ku tekest dike li ser encamdana rêşûnên avakirina baweriyê, ku têde hatiye: pêwîstiya rakirina dorpêçkirinê ji ser hemû navçeyên dorpêçkirî, û da zanîn ku ev yek pêkenînek din ji rêjîma Esed e li ser yasayên navdewletî. 
Têzanîn ku duhî bêhtir ji 150 haletên nexweşiyê gihiştin nexweşxaneyên meydanî li Medaya bi sedema dilborîn û pîsbûna xwarinê, ku bêhtit ji 40 hezar kesî di barên tengaviyan de dijîn bi sedema dorpêçkirina li ser sivîlan ji aliyê hêzên Esed û Hizibula terorîst. Jêder: Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button