Break newsNûçeslide

Dijminkariya Rûsya Bi Tirorkirina Serpereştên Alayên Leşkerî, Şoreşa Sûriyê Amanc Dike

Dijminkarê Rûs û hevkarên wî ji milîtanên Esed û Îranê di 24 demjimarên çûyî de operasiyonên tirorkirina çend Serpereştên Artêşa Sûrî ya azad pêk anîn, ji wan kesên di kongirê Riyadê de beşdar bûne û pabendiya xwe bi çareseriya siyasî ya ko encûmena Ewlekariyê di biryara 2254 destnîşan kiriye ragihandine.
Roja înê piştînîvro 25ê kanûna yekem Serpereştê Artêşa Îslamî Zehran Eloş digel çend Serpereştên Şoreşgeran di bombebaraneke dijminkarên Rûs de li Gundewarê Şamê kuştin. Di sibeha heman rojê de Serpereştê Encûmena leşkerî li Qudseya Hemdî Misto Ebû Zêd û Serpereştê Alaya Yekbûyî di Lîwayê Şuheda Elislam li bajarê Dareya Ebû Selmo digel sê hevalên wî ji Yekîtiya Islamî ya Ecnad Elşam kuştin.  
Razgirê Desteya Siyasî di Hevbendiya Niştimanî Sûrî de Enes Elebde diyar kir ko amanckirina Serpereştên Alayên Leşkerî dihêle ko peyivîn li ser çi çareseriya siyasî “xapînokeke gotinî” be. Ew dibîne “tiştê ko çê bû dijîtiyek bêbextî ye ji danûstandinên ko hêj dest pê nekirine re û hem derblêdanek bo dewletên ko ji bo çareseriya siyasî civiyan re.”
Elebde destnîşan kir ko kuştina serpereştên Şoreşê yên ko bi çareseriya siyasî pabendin“dê di berjewendiya Rêkxistinên Tirorist de be û ew li dijî axaftina ko li ser danûstandinên Viyena ye yên ko Rûsya bi xwe têde beşdar bû û dihêle rewş li Sûriyê bêtir aloz bibe.”
Endamê Hevbendiya Niştimanî Mihemed Xêr Elwezîr destnîşan kir ko Rûsya pirojeyê xwe yê ji bo wê hatiye tekûz dike, ya ko Esed ji rûxandinê biparîze û herêmên hebûna wî xurt bike û bi taybetî Şama paytext, ji ber evê yekê serpereştên şoreşê li herêmê dikuje di heman çaxê ko peymanek bi Daişê re daniye ji şervanên wan ji derdora Şamê ber bi Reqayê ve biguhêze.
Elwezîr ji Alayên şoreşê daxwaze kir ko yekdest bin ji bo karûbarê rûxandina Rêjîmê berdewam bikin heta ko miletê Sûrî azadî û rûmetê misoger bike.Jêder: Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button