Break newsNûçeslide

Asayişa serbazî ya PYD bi hilmetek girtina ciwanan li Til Temirê radibe

Yekîtî Media – Til Temir

26/4/2016

Sibeha îro sêşemê 26ê Nîsanê, asayişa serbazî ya girêdayî PYD bi hilmetek girtina ciwanan li bajarokê Til Temirê bi behaneya leşkeriya neçar rabû.

Li gor nûçegihanê Yekîtî Media li Til Temir, ji seetên destpêka sibehê ve, asayişa serbazî li ser dergehên bajarokê Til Temir yên serekî belav bûbûn, û çi ciwanên ku derbas dibûn ew dirawestandin û nasnameyên wan dixwestin.

Nûçegihanê me got , ku asayiş li ser rêbenda riya Hesekê û rêbenda riya diwelî û rêbenda riya Serê Kaniyê ( rêbenda Al-Hemra ) rawestiya bûn.

 

 

 

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button