Break newsNûçeslide

Rêjîma Sûrî nanpêjgeha otomatîk li bajarê Qamişlo desteserkir

Yekîtî Media

Qamişlo 26/4/2016

Li bajarê Qamişlo, êvara doh 25ê Nîsanê 2016, Rêjîma Sûrî nanpêjgeha rojava ya otomatîk ( nanpêjgeha Baas ) ji destên asayişa PYD derxist, bê astengî û bêyî ku şer derkeve.

Karmendekî nanpêjgehê ji Yekîtî Media re axivî, ku Rêjîm wê nanpêjgehê di 24 seetên têde vegerîne kar, ta ku PYD ew alavên ku ji nanpêjgehî birine vegerînin û bi taybet motorê berhemdana karebê.

Heman jêderî got, ku endamên polîsa Sûrî bi hemû karmendên nanpêjgehê re axivîn, û ji wan xwestin bi rengekî fermî vegerin kar.

Tê zanîn, ku nanpêjgeha rojava û herweha zindana Elaya ketin bin kontrola PYD piştî 2 rojan ji pevçûnan li gel artêşa Berevaniya Niştimanî, di encamê de 30 kesê sivîl û asayiş jiyana xwe ji dest dan, û 20 din jî herî kêm birîndarbûn.

 

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button