Break newsRaportslide

Komîta Celadet Bedirxan cejna mamostê Kurd li Amûdê vejand

Yekîtî Media – Amûdê

26/4/2016

Îro sêşemê 26ê Nîsanê li bajarê Amûdê, komîta Celadet Bedirxan ya hînkirina zimanê kurdî, cejna mamostê kurd vejand, û têde mamosteyek xwedî rolek balkêş di perwerdeyê de xelat kir.

  1. Ismaîl Sînan gotina komîtê xwend, têde li ser rola mîr Celadet Bedirxan di vejandina zimanê kurdî de axivî, herweha li ser çalakiyên komîtê û karên wê axivî.

Dr.Sîlvana Şiwêş gotinek bi navê şagirtên komîtê pêşkêşkir, têde sipasiya komîta Celadet û komela Kolîşînya kir , ji ber ku derfeta hînbûna zimanê kurdî ji wan re dabîn kirin.

Bi vê boneyê jî û wekû her sal, komîta Celadet mamoste Hisên Seed Şêxmûs xelat kir, weke mamosteyekî gelek ked û xebat ji bo perwerdeya şagirtan kiriye.

Enwer Naso endamê komîta siyasî ya partiya Yekîtî ya Kurd , û yek ji damezirînerên komîta Celadet di gotina xwe de tekez kir ku, vejandina zimanê kurdî ew vejandina hebûna miletê kurd e, ku îro dijmin bi hemû şêweyî dixwazin wî tune bikin.

Komîta Celadet Bedirxan ya hînkirina zimanê kurdî di sala 2006an de hate damezirandin, bi 100 an şagirt hînî zimanê kurdî kirine, û du xulên mamosteyên zimanê kurdî amadekirine, herweha roja 26ê Nîsanê ku heman roja jidayikbûna mîr Celadet Bedirxan e, wek cejna mamostê kurd bi nav kiriye.

 

 

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button