Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Amerîka bersiva Erdogan da: Cebhet El Nusra terorsît e

Yekîtî Media 24/6/2016

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, Cebhet El-Nusrayê di lîsteya terorê de ye û ti sedemek nîne ku ew El-Nusrayê ji lîsta terorê derxînin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby îro di konfranseke rojnamevanî de bersiva Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan da.

Di bersiva Erdogan de ku gotibû: “Eeger behaneya alîkariya PYDê ev e ku li dijî DAIŞ ê şer dike, wê demê cebhet El-Nusra jî li dijî DAIŞ ê şer dike, ey çima alîkariyê wê (El-Nusra) nakin?”, John Kirby ragihand, cebhet El-Nusra di lîsteya terorê de ye û ti sedmek bo derxistina wê koma çekdar ji lîsteya terorê û alîkarîkirina wan nîne.

John Kirby herwiha got: “cebhet El-Nusra di lîsteya terorê de ye û ji aliyê Netewên Yekbûyî (NY) ve wek rêxistinek terorîstî hatiye naskirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button