Break newsRaportslide

Li Qamişlo partiya Yekîtî bi mangirtinekê li dijî kiryarên PYD ê derket

Yekîtî Media 25/6/2016

Doh înê 24ê Hizêranê, û li ser vexwendina partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê bi dehan kes beşdarî mangirtinekê li pêş bargeha partiya Yekîtî li rojhilatî bajêr ( navenda Silêman Adê ), mangritin li dijî kiryarên partiya Yekîtiya Dîmokratîk PYD ê bû, û nemaze binçavkirina serkirde û endamên partiyên ENKS ê.

Mamoste Hesen Salih cîgirê sekertêrê partiya Yekîtî di gotinekê de kiryar û siyasetên PYD ê şermezarkir û amajekir ku PYD ê tu dîmokratî li nik wê nîne, herwiha tekezkir ku ENKS ê dê berdewam be di çalakiyên xwe de li dijî kiryarên PYD ê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button