Break newsNûçeslide

Silêman Oso: PYD ê berpirs e di ber saxlemiya Ridwan Hemo de

Yekîtî Media 24/6/2016

Di daxuyaniyekê de Silêman Oso endamê komîta siyasî ya partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê û endamê komîta pêwendiyên derve ya Encûmena Niştimanî Kurd li Sûriyê ENKS ê ragihand, ku rewşa tendurustî ya Ridwan Hemo (bavê Cûdî) yê binçavkirî di zinadnên asayişa PYD ê de ber bi xerabiyê ve diçe.

Oso li ser rûpela xwe ya fêsbûkê ragihand, ku hin agahî gihiştinê tekez dikin ku zexta Ridwan bilind bûye ta gihştiye radeya 24 lewre metirsî li ser jiyana wî heye.

Herwiha Oso doz li rêxistinên mafparêzî û mirovî û tendurustî kir ku mudaxelê bikin daku wê ji zindanê serbest berdin, û got ku partiya Yekîtiya Dîmokratîk PYD ê berpirs e di ber saxlemiya Ridwan Hemo de.

Ridwan Hemo endamê partiya Yekîtî ya Kurd e, roja 28 ê meha gulanê li mala xwe li Amûdê ji bal asayişa PYD ê ve li gel hejmarek ji serkirde û endamên partiya Yekîtî hat binçavkirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button