Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Peyama Barzanî li ser rewşa Şingal û hêzên Pêşmerge

Hewlêr – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî eşkere kir ku hêzên Pêşmerge êdî ji pozîsyona parastinê derketine û derbasî pozîsyona êrişê li dijî DAŞê bûne. Barzanî her wiha ji gelê Kurdistan û aliyên siyasî û medyaya kurdî xwest hesasiyetên pêvajoya niha li ber çavan bigirin û yekrêziya netewî biparêzin.

Barzanî îro li ser rewşa vê dawiyê ya Başûrê Kurdistanê bi taybet rewşa Şingalê û hêzên Pêşmerge peyamek belav kir. Naveroka peyama Barzanî wiha ye:

“Gelê Serfiraz ê Kurdistanê!

Gelê Kurdistanê fêrî kultura ayînparêzî, pirayînî û bihevre jiyanê bûye û êrişî ti kesî nekiriye û di dîrokê de jî tenê parastina xwe kiriye. Lê dujminan bela xwe jê venekirin û her carê bi şêweyekî xwestine zirarê li gelê me bidin. Ji piştî bûyerên Mûsilê, Kurdistanê tenê parastina xwe kir lê terorîstan şer firotin û êrişî Kurdistanê kirin ji ber vê jî bûyerên çend rojên dawiyê çêbûn. Ji ber wê jî me biryar da ji pozîsyona parastinê derkevin û heta nefesa xwe ya dawî li dijî terorîstan şer bikin. Me ferman da hêzên pêşmerge û hemû aliyên pêwendîdar ku bi hemû quweta xwe êrişî terorîstan û dujminên xak û gelê Kurdistanê bikin.

Bûyerên vê dawiyê yên deverên Zûmar û Şingalê her wiha ew trajediya ku hat serê bira û xûşkên me yên êzîdî dilê mirov dêşîne lê em gelê Kurdistanê ji vê yekê piştrast dikin ku em nahêlin bihustek xaka Kurdistanê bikeve destê wan û emê Şingal û Zûmarê û xûşk û birayên xwe yên êzîdî mîna reşka çavên xwe biparêzin, çiyayê Şingalê jî dê mîna her car berxwedêr û serfiraz bimîne. Ew beşa ezîz û resen a gelê kurd her dem serbilind bûye û erka me hemûyan ew ku em wê yekê biparêzin.
Teror arîşeyeke cîhanî ye û şerê li dijî terorê jî pêwîstî bi tevgereke navdewletî heye. Bi salan e Kurdistan bûye qurbana terorê û êrişên terorîstî lê mixabin em di şerê han de tenê man û ti kesî alîkariya gelê Kurdistanê nekir di vî şerî de. Lê dîsa jî me pişta xwe bi gelê xwe û hêzên Pêmerge û dezgehên ewlehiyê girêda. Em her dem girêdayî pîvanên azadîxwaziyê, kultura resen a pêkvejiyanê û lêborîna Kurditanî bûn ev jî xala herî bihêz a serkeftina me li hember dujmin, dilnexwaz û terorîstan e.
Zarokên me yên leheng ji îro danê sibê ve dest bi êrişa li dijî terorîstan kirine û ber bi pêşve diçin. Ez ji gelê Kurdistanê, hêzên siyasî û medyaya Kurdistanî dixwazim bi moraleke bilind û bi çavên vekirî û bi hestên berpirsiyartiyê nêzîkî rewşa niha bibin û yekrêzî û yekitiya netewî û niştimanî biparêzin. Em pêşmergeyên qehreman jî piştrast dikin ku gelê Kurdistanê bi hemû hêza xwe ve piştgiriya we dike û çavên me li îradeya we ya pola û canfidayî û lehengiya we ye.

Di dawiyê de ez spasiya berxwedana hemû gelê Kurdistanê, pêşmergeyên qehreman û hêzên xwebexş û malbatên serfiraz ên şehîdan dikim. Piştrast bin ku paşerojeke geş li benda gelê Kurdistanê ye.

Bijî Kurdistan

Namire Şehîdên Rêya Azadiyê”
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button