Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Şivan Perwer li ser vegera Talebanî peyamek belav kir

Hewlêr – Hunermend Şivan Perwer di peyamekê de kêfxweşiya xwe li hember vegera Talebanî bo Kurdistanê anî ziman û got, “Ez hêvîdar im ji vir û şûnde her xizmetek wî li gorî biryar û rastiya doza siyasî ya gelê kurd be”.

Şivan Perwer di peyamekê de li ser vegera Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê Iraqê Celal Talebanî bo Kurdistanê got, dilşandiyeke mezin e ku em carek din birêza Mam Celal li Kurdistanê zindî û tendurist dibînin.

Perwer di peyama xwe de pesnê Talebanî da û got, rêzdar Talebanî xwediyê dîrokeke rênas e û di rêbaza nemiran de meşiyaye û bi pêşmergetiyê, şoreşgeriyê û serokomariyê xizmeteke mezin li doza gel û welat kiriye.
Şivan Perwer di dawiya peyama xwe de jî wiha gotiye, ez hêvîdar im ku ji vir şûnde her xizmeteke wî li gorî biryar û rastiya doza siyasî ya kurd be. Em ji Mamê xwe hez dikin û jê re cansaziyê dixwazin.
Talebanî duh piştî sal û nîvekê ji dermankirinê ji Almanya vegeriya Kurdistanê.
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button