Break newsNûçeslide

Teqînek li bajarê Qamişlo pêk hat

Hewlêr – Îro, roja pêncşemê, derdora saet 8ê sibehê, teqînek li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê pêkhat.

Nûçegihanê Tora medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku îro derdora saet 8ê sibehê bombeke çandî li kolana sereke ya Taxa Tey li başûrê bajarê Qamişlo teqiya.

Li gor zanyariyên nûçegihanê Rûdawê, teqînê otomobîleke dezgeha ewlekariya serbazî ya hikûmeta Sûriyê kiriye armanc.

Her li gor zanyariyên nûçegihanê Rûdawê di encama teqînê de kesek birîndar bûye lê ti kes nehatiye kuştin.

Di 06/12/2013an de, navenda çekdarên artêşa Niştimanî, bi serkêşiyas Mihemed el-Faris ser bi rejîma Sûriyê ve, li heman taxê bibû armanca teqînekê û di encamê de bi dehan kes hatibûn kuştin û birîndarkirin.

(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button