Break newsNûçeslide

DAIŞ her bermîleke petrolê bi 20 dolaran difroşe!

Hewlêr- Rêxistina Dewleta Îslamî li Şam û Iraqê (DAIŞ) li Sûriye û Iraqê dest daniye ser gellek bîrên petrolê û ji ber wê jî dest bi firotina petrol û gazê kiriye û her bermîlekê bi 20-40 dolaran difroşe.

Rewangeha Mafên Mirov a Sûriyê îro ragihand ku hinek tankerên ku tabloyên wan yên Iraqê bûn di van rojên dawî de derbasî kolgehên petrolê yên li gundên rojhilata Dêrezorê bûne da ku petrolê veguhezin rojavayê Iraqê.

Rewangehê da xuyakirin ku ew tanker yên bazirganên Iraqî ne yên ku petrolê ji kolgehên di destê DAIŞê de dikirrin, bi taybet ji herdu kolgehên El-Umer û El-Tenek ku ji mezntirîn kolghehên petrolê yên Sûriyê ne.

Birêvebirê rewangehê Ramî Ebdulrehman têkez kir ku hejmareke mezin ji tankerên veguhestina petrolê ji Iraqê derbasî Dêrezorê dibin û bazirganên Iraqî her bermîleke petrolê bi 20 heta 40 dolaran ji DAIŞê dikirrin.

Li gorî rewangehê, hin tankerên Iraqê herwiha madeya Kondînîsat ku cureke gazê ye ji kargeha Konîko li Dêrezorê dibin Iraqê.

Rewangeha Mafên Mirov got ku DAIŞ bermîla petrolê di nav Sûriyê de bi bihayekî erzan difroşe ku navbera 12 heta 18 dolaran e da ku piştgiriya xelkê bidest bixe.

Tê zanîn ku DAIŞê nêzîkî 30% ji rûberê Sûriyê kontrol kiriye ku tevahiya parêzgeha Reqayê û herwiha  95% ji parêzgeha Dêrezorê di destê wê de ye.

Di bazara cîhanê de her bermîleke petrolê herî kêm bi 100 dolaran tê firotin.

(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button