Break newsNûçeslide

Salih Mislim: emê Rêzê li encamên referandûma Başûrê Kurdistanê bigrin

Yekîtî Media 3/8/2016

Hevserokê PYD ê dibêje, heger li Başûrê Kurdistanê referandûm encam bide, ewê rêzê li encamên wê bikin.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim ji “Ara News” re ragihand, heger li Başûrê Kurdistanê referandûm encam bide, ewê rêzê li encamên wê bikin.

Mislim got jî, armanca wan li Rojavayê Kurdistanê ne bidestxistina serxwebûnê ye, ew zêdetir kar bo Sûriyayeke federal û dîmokrat kar dikin.

Mislim amaje bi wê yekê kir, ku serdema dewleta netewî di ser re çûye û dem niha dema hewila bo sîstema federalîzmê ye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button