Break newsNûçeslide

Nûneratiya ENKS li Tirkiyê ligel nûnerên Şepêla Wa’id li Istanbolê civiya

Yekîtî Media 4/8/2016

Nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Tirkiyê ENKS ligel nûnerên partiya Niştimanî ya Dadmendiyê û Destûrê ( Şepêla Wa’id ) li Istanbolê civiya.

Ji aliyê ENKS çend endamên Encûmenê beşdar bûn ligel Fûad Elîko endamê desteya siyasî ya Hevbendiyê û Mihemed Mele Reşîd nênerê encûmenên xwecihî di Hevbendiyê de, û ji aliyê Şepêla Wa’id serokê Şepêlê Muaz Elcahûş û çend kesayetiyên din amade bûn.

Di hevdîtinê de herdû alî li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera wan de rawestiyan, herweha nerîna herdû aliyan bo Sûriya paşerojê hat gengeşe kirin, û formê dewleta Sûrî ya paşerojê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button