Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Barzanî: Biryardan mucazefe ye û biwêrî divê

Yekîtî Media 3/8/2016

Di merasîm a dûyem sal a karesat a Şenaglê, Mesûd Barzanî, serok ê Herêm a kurdistanli bajar ê Duhokê gutarek pêşkeş kir.

Di destpêk a gotar a xwe de, serok ê Herêm a Kurdistanê ragehand: Dû sal berî niha karesatek a mezin bi ser gel ê Kurd hat li Şengalê, ev yekem karesat nebû û lê hêvdarim bibe karesat a dawîyê.

Li ser tawan ên Daişê, serok ê Herêm a Kurdistanê got:  Ew a tîrorist ên Daişê dikin di ti yasa û olan de nîne û cih ên wan navebe û wan bê namûsî û bê olînî ya xwe selmand, û gel ê me jî dîndarî û nabûsdarî ya  xwe selmand, wan ne dîn heye ne namûs millet ême dîndare û namûsdare.

Got jî: Ew a bi ser Êzdîyan re hatî, bi ser me hemûyan re hatîye û karesat a me hemûyane. û kiç ên Êzdî namûs a Hemû Kurde.

Serok ê Herêm a Kurdistanê got jî: Kiçik a Êzdî bo me Hêm a şerefê ye û evero em nams û şeref a gel ê Kurdistanê em di kiçk a Êzdî re dibînîn lew dibêjim bila kiçk a Êzdî bila serbilind be û bibêje: Ez kiçim kiçka kurdanim gulîlk a ser ê Pêşmergeyanim.

Herweh a Barzanî carek a dî tekez kir û soz da ku buhistek a ax a Kurdistanê di dest ên  Daişê de nahîlîn.

Serok ê Herêm  a Kurdisatnê got: Piştî ku karesatê rûday bi dû-sê raoajn Caneb ê Babe Şêx û çend rihsipî yên Êzdîya hatin ba min û got: Êzxane nema. Min got: van axivtinan neke, wê demê Êzdxane namîne dem a Kurdistan nemîne.  Min soz da wan ku tole ya vlê karesatê vekîn, Elhemdûlilah Tole jî hat vekirin bi merdatî, lê tolevkirinek a Kurdane.

Herweha Barzanî di gotar a xwe de behs ê karesat a girtin a Şengalê kir wek karesatek a neteweyînavbir û got hinek kesan divîyan evê mijar veqozin bo hinek meram ên taybet; lê ew li Ku bûn, dema hêz a pêşmerge bervanî dikir û rê divekir û Şengal rizgar dikir.

Herweha got di dema rizgarkrin a Rebîe, Pêşmerge dikarî Şengalê rizgar bike, lê wê dem ê nêzîkî 70 Km li pişt Pêşmerge dibû ku sanah nebû bihê tamînkirin.

Xuya jî kir ku heya rê ya Şengalê rizgarkirin 500 şehîd dan.

 

Serok ê Herêm a Kurdistanê pêşnîyaz kir ku bajar ê Şengal ê wek niha bimîne û li nêzîk Şengalê bajarek a dî bihê çêkirin.

Li ser ew kes ên harîkarî ya Daişê kirine serok ê Herêmê got: her kesekî harçî Daişê kiribe, divê bigehe siza yê xwwe û ew ên rojekê harîkarî ya Daişê kiribe dijminê meye û ew ê dijminê Daişê ye dost ê meye.

Di dawî gotar a xwe de behs a rizgarkirin a Mûsilê kir û got:  Rizgarkirin a Musilê bo Herêm a Kurdistanê gelek giringe û wek çawa min soz da Êzdîyan ku Şengal ê rizgar dikîn, niha jî bi wê şêweyê soz didim hevwelatî yên Kirîstîyan ên deşta Neynewa ku dever ên rizgar dikîn û dêvegerin ser mal û hal ên xwe.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button