
Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
Barzanî doz li hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê kir ku bo lidarxistina referandumê bicivin
Yekîtî Media 7/7/2016
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî doh bi hlekefta Cejna Remezanê bang li hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê kiribû, ku bo lidarxistina referanduma serxwebûna Kurdistanê piştî cejnê bi hev re bicivin.
Barzanî wiha gotibû: “Ez hêvî dikim, piştî cejnê partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bicivin û li ser referandumê û têkiliyên Herêm û Bexdayê bigihîjin komdengiyeke niştîmanî û derbarê rewşa siyasî ya Herêmê de jî çareseriyekê bibînin.”