Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Kurdistana Sor – Axaftina Obama û Potîn

Yekîtî Media 7/7/2016

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Potîn û Serokê Amerîkayê Barak Obama bi telefonê li ser mijarên çareserkirina pirsgirêkên li herêmê axivîn.

Koşka Spî derbarê axaftina Vladimir Potîn û Barak Obama de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Obama beriya ku Potîn ligel herdû serokên Azerbaycan û Ermenistanê bicive, derbarê çareserkirina pirsgirêka Qerebaxê de bi wî re axaft.”

Li gorî daxuyaniyê Amerîka ji bo çareserkirina pirsa Qerebax a navbera Azerbaycan û Ermenistanê de amadeye hevkariyê ligel Rûsya û Fransayê bike.

Herwiha hat gotin herdû aliyan tekez kir ku ew amade ne, hevkariya xwe ya leşkerî li Sûriyeyê zêde bikin û pêdivî pê heye ku gotûbêj di navbera dijberên Sûriyeyê ji nû ve bê destpêkirin.

Rastiya Kurdistana Sor

Li herêma Qerebax a Kurdistana Sor xelk neçar bibû li 65 herêmên cuda yên Azerbaycanê bicî bibin.

Weke tê zanîn paytexta Kurdistana Sor bajarê Laçînê ye.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) 21ê Hezîrana 2015an kurdên ji herêma Laçîn ji aliyê Ermenistanê ve hatine mişextkirin mafdar dît.

Li dadgeha Strasbûrgê li hemberî Ermenistanê 6 Kurdan doz vekiribûn, daxwaza vegera bo cih û warên xwe, herwiha daxwaza qerebûkirinê dikin.

Kurdên ku doz vekirine, di Gulana 1992ê de ji cih û warên xwe yên li bajarokê Laçîn ji aliyê Ermenistanê ve hatibûn derbiderkirin û li Bakuya paytexta Azerbeycanê bicî bibûn.

Li herêma Qerebaxê di şerê ji sala 1991ê heta 94ê navbera Ermenistan û Azerbaycanê de, derdorê 30 hezar mirov hatin kuştin. Herwiha derdorê 750 hezar Azerî ji cih û warên wan hatin derbiderkirin.

Li aliyê din derdorê 390 hezar ermenî ji Azerbaycanê reviyan Ermenistanê. Di nav wan koçberên ji herdu aliyan de, bi 10 hezaran kurd jî hebûn.

Rûdaw

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button