Gotarslide

Nehêlin xwîna Kurdan bê rijandin

Paul Davis

Ezmûna kurdan bi demokrasiyê re li pêşber xaçerêyekê ye: Yan ber bi hukmdariya hevbeş diçe yan di dîktatoriyê de wer dibe. Min ji mêj ve berevaniya daxwaza kurdan bo serxwebûnê kiriye, lê bêguman ez ne Kurd im û ne jî dikarim bi dilgermiya kurdekî biaxivim. Tiştê ku ez dikarim bikim, ew e ku ez bi aramî biaxivim û hêvîdar bim ku asoyeke derketina ji krîzê bê dîtin.

Mebesta min li vir ne ew e ku ez behsa wan aloziyan bikim ku di dema borî de li çend navçeyên Herêma Kurdistanê qewimîn. Lê tiştê li ba min giringtir ew karvedana fermî bû ku peyda bû. Girtina dezgehên ragihandinê û tor û malperên civakî xizmeta sîstema demokratîk nake. Bêguman nabe siyaseta fermî ya welêt li ser dogma û çewtkariya hizbî birêve biçe.

Şîdeta li ser kolanê tenê wê çaxê bibandor e dema bixwaze tevahiya hikûmetê têk bibe û bêguman xwepêşandanên bi vî awayî li dijî reformên demokratîk in. Rast e, dezgehên ku vê dawiyê hatin girtin hin tişt belav dikirin ku ez bixwe ne ligel wan bûm. Lê dîsa jî ez li vir gotina Thomas Jefferson derbarê azadiya medya û weşanê qebûl dikim. Ragihandin dikare bê xapandin û xapandinê jî bike, lê civakeke azad bê medya nabe.

Ez ne Kurd im. Ez amerîkî me û tecrûbeyeke min a bihêz jî di dîrok û ravekirina wê de heye. Bawernameya min di siyaset, dewletdarî û bazirganiyê de heye. Ez bi serkeftin di nav dinyaya bazirganî û holên hikûmeta Amerîkayê de derbas bûme û nêzîka 30 salan xizmeta min a leşkerî heye. Di salên şêstî de, ez agehdarî wê şîdetê bûm ku li welatê min derket. Mebesta min ew e ku ez bêjim, wekheviyeke mezin di navbera rewşa niha a Kurdistanê û rewşa wê çaxê ya Amerîkayê de heye. Ez dizanim em dikarin ber bi pêş ve herin.

Rewşa ti welatî bi welatekî din re nayê berhevkirin. Ez naxwazim bêjim Kurdistan dê bibe wek Amerîka. Jixwe ne pêwist e jî ku Kurdistan bibe wek Amerîkayê. Lê ez dixwazim bibînim gelo wekhevî dikarin alîkariya miletekî ku ez jê hez dikim bikin. Wek destpêk dixwazim bêjim ku Amerîka di nav şîdetê de jidayik bû. Pêwist e em diyar jî bikin ku Amerîka şoreş nekir, lê ket şerê serxwebûnê de.

Ti hikûmet nehat hilweşandin. Paşayê ingilîz her di desthilatê de ma û Parlamentoya Brîtanyayê jî berdewam di kar de bû. Koloniyan piştî demekê serxwebûna xwe ji welatê dayik wergirtin û bûn xwediyên xwe. Yekem hewldan bo pêkanîna hikûmetê çend salan berdewam kir, dûre ev sîstema ku niha li Amerîkayê heye cih girt.

Kurdistan jî niha tê testkirin û dibe ku ber bi serxwebûnê here. Kurdistan niha beşek ji Iraqa Federal e. Lê xuya ye ev rewş dê zêde dom neke. Dibe ku şêweyeke din derkeve holê. Divê krîza serokatiya herêmê û bandora partiyên siyasî li ser hikûmetê bê yekalîkirin. Yekem testa giring ew e ku pêşmerge û polîs bêne jêr rikêba hikûmetê û ji partiyan bên veqetandin.

Di demokrasiyê de tiştek bi navê artêşa takekesî nîne. Beriya ku artêşeke federal li Amerîkayê dirust bibe, tek hêza ku hebû hêza li jêr destê eyaletan bû, tew mirovên asayî jî ku pereyên wan hebûn, artêşa wan hebû. Heman sîstem di dema şerê navxwe yê Amerîkayê de dihate pêrewkirin û gelek kêşe peyda dikirin. Daku hikûmet bê kontrolkirin, divê yasayeke navendî bi ser hemûyan de bê sepandin. Herêma Kurdistanê xwediya reşnivîseke destûrê ye ku tenê maye bikeve referandûmê de.

Çima yasayeke bilind giring e? Çimkî nezelaliyê nahêle. Gelo ev yasa bê kêmasî ye û li derveyî desthilata siyasetvanan e? Na. Lê hino hino ev yasa dikare kêmasiyan serast bike. Bêguman heta yasa cihê xwe bigre, nabe ti alî xwe mafdar bibîne û şerê navxwe pêxîne. Hem Amerîka û hem jî kurdên Iraqê şerê navxwe dîtine. Herdu aliyan jî encamên şerê navxwe dîtine û dibînin. Herdu jî di nav şîdeta xelkê li hember siyasetên hikûmetê de derbas bûne.

Aliyê herî giring li vir dem e. Gava yekem hewldana damezrandina dewleta Kurdistanê hat kirin, ev partiyên niha nebûn. Di Peymana Sevrê de nûnerên Kurd nikarîbûn li ser sînorên welatê xwe lihev bikin û dema lihev kirin êdî pir dereng bû. Lewma hinek bi tirkan re çûn şerê serxwebûna Tirkiyê û êdî behsa armanca kurdan nehate kirin. Dem hem dost e û hem dijmin e. Gava dem derbas dibe cudahiya nerînan dibe rik û kîn û gotûbêj dixetimin. Lê dem dikare birînan jî derman bike.

Yek ji navdartirîn generalên şerê navxwe yê Amerîkayê Robert E. Lee hokara yekem bû ku hêvî li başûr hişt û di dawî de jî bû sedem ku başûrê Amerîkayê bibe yek.

Divê Kurdistan welatekî yekgirtî be. Divê serxwebûna xwe ragihîne û hikûmetekê li jêr yasayeke bilind pêk bîne. Pêwistiya Kurdistanê bi hêzeke yekgirtî heye ku bikare birînan derman bike. Divê elîta Kurd bo berjewendiya giştî bibin yek û eger nikarin bila xwe bidin alî. Rêya duyem her ew e ku hev tune bikin û li jêr fermana desthilatdarên ne Kurd bimînin.

Min berê behsa Iraq û Sûriyê wek du dewletên binketî kiriye ku her wê di dawî de parçe bibin. Bi rastî ez naxwazim rojekê derbarê dîroka xewna mezin a Kurdistanê binivîsim ku ji ber rik û kîna kevin û çavnebariya siyasî parçe bûye.

Bersiva vê nivîsê jî ez ji niha ve dizanim çawa ye: Hin kes dê bêjin xeletî ya wan partî û aliyan e û gendelî hokara vê kaosa wan e. Dibe ku ev hemû rast bin, lê bersiv ew e ku hemû Kurd bi hev re paşerojê bidin aliyekî û ber bi pêşerojê herin. Beriya ku xwîn li vê navçeyê mîna cokê biherike, nehêlin xwîna kurdan bê rijandin!

 Paul Davis: Lêkolînvanekî amerîkî ye. Şêwirmendê îstîxbarata Amerîkayê ye. Pisporê karûbarên Rojhilata Navîn û Pirsa Kurd e.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button