Beyannameya bîroya yasayî ya Encûmena Niştimanî kurdî li Sûriyê derbarê girtiyên dawî de..
Berdewamiya hêz û asayişên PYD bi kiryarên ne destûrì û ne jî parastina mafê mirovan, dîse dest bi karên revandin, binçavkirin û girtina bi ser malan de her berdewame. Ev jî piştî hin çalakî û xwepêşendanên ENKS li hin deveran bi şêwek aştiyane. Ji bilî wê, çalakiyên şînî û Pêşwaziya pêşmergên Kurdistana Suriyê ( Şehîd Ehmed Qiço û Şêrzad Masûm), ku di şerê dijî Daiş de jiyana xwe ji dest dan bo rizgarkirina Şingalê.
Û evin navên girtiyan :
1.Ferhad Kemal
2.Izeddîn Mulle
3.Kazim Ehmed
4.Bêkes Hemîd ( hate berdan)
5.Mahir Erebo (hate berdan)
6.Serbest Fehîm
7.Daxuaza Kemal Elî
8.Kamîran Şêxo
9.Mizgîn Şewqî ( hate berdan)
10.Mûrad Ezîz Hiso
11.Mihemed Hesen
12.Mihemed Mecdel Şêxmûs ( hate berdan)
13.Mihemed Hesen
14.Mûsa Şerîf Selam
15.Batî Idrîs Oso (hate berdan)
16.Ciwan Hesen
17.Kadar Ferhan Xidir
18.Berzan Mihemed Kûsa
19.Elae Şerîf
20.Şêrwan Mîxaîl
21.Mûsa Şerîf Selam
22.Ferhad Îssa
23.Ciwan Osman
Ji bajarokê Tirbespiyê:
24.Ebdulrehîm Mehmûd
25.Medenî Necmeddìn
26.Nazim Xelîfe
27. Memo Ebdulmecîd
28.Ehmed Sadûn
29.Hisên Sayid
30.Ibrahìm Ferho
Û berî van girtiyan hin din hatibûn girtin :
1.Mişel Ebdo
2.Riyad Qasim
3.Ciwan Elawî
4.Hesen Xalid
5.Sebrî
6.Rakan Ehmed
7.Mîdiya Ebbas ( hate berdan)
8.Rêbîn Ehmed ( hate berdan)
9.Mihemed Elî Brahîm ( hate berdan)
10.Fuad Brahîm
Em weke bîroya yasayî ya Encûmena Niştimanî kurdî li Sûriyê bi bîra partiya Yekîtî Democrat tînin ku ev kiryarên wê yê girtinê û tundtujiyê ne destûrì û yasayî ne ji ber ku ew bi darê zorê û çekan desthilatiyê dike.
Ev pêkanîn helbet alavin ne rewa û qanûnî ne çikû ew dijî hevpeymanên navdewletî ne û dijî hemû yesayên mafên mirovan e. Ev desthilatiyê bi tundî û zorê tu mafî nadê PYD ku kiryarên zorê dijî xelkên kurd bîne, dijî kesên sivîl û xwepêşendanan rawest e û bibe sedemên qedexikirina jiyana siyasî û nerîn û helwesta cuda.
Em van kiryaran helbet şermezar dikin ji ber bêtir civata kurdî parçe dike û ne dibin xizmeta kurdî de ye. Hêzên PYD her berpirsiyara van kiryaran hiltîne û pêwîste ku ew hemû alavên xweyî şaş rawestîne.
Bîroya yasayî ya Encûmena Niştimanî kurdî li Sûriyê
18/11/2015