Break newsNûçeslide

Ketina Firoka Rûsî Ji Encamê Jiserxweveçûna Rûsiya Ye Û Hewla Wê Bo Sepandina Çareseriyên Siyasî Bi Rêkên Serbazî

Serokê desteya Erkanê artêşa Sûrî ya Azad serkirde Ehmed Berî di daxuyaniyek taybet de da xuyakirin ku ketina firoka Rûsî hat piştî derbaskirina sînorê esmanî yê Tirkiyê, û herwiha piştî çendîn caran hat hişyarkirin lê besiv nebû û paşî firokeyên Tirkiyê ew anî xwar.
Berî diyar kir ku çekdarên artêşa azad firokvanek girtin lê firokevanê dî hat kuştin, û tekez kir ku berî ketina firokê wê bombebarankirina sivilan li navçeya Cisr Elşixûr dikir.
Endamê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û rikberiya Sûriyê Şelal Gedo da xuyakirin ku ketina Firoka Rûsiyê wê karvedanên metirsîdar têxe li ser pirosêsa siyasî û dibe karvedanan têxe li ser civînên Viyêna yên bên.
Gedo di daxuyaniyeke taybet de got ku tiştê rûdayî dihat pêşbînîkirin ji sedema pirbûna firokên ciyawaz li esmanê Sûriyê.
Ji aliyê xwe ve sikirtêrê desteya siyasî yê Hevbendiya Niştimanî Enes El’ebde amaje kir ku jiserxweveçûna Rûsiya û hewlên wê yên berdewam bo sepandina çareseriyên siyasî bi riyên leşkerî dibin sedema peydabûna vê kiryarê.
Herwiha bal kişand ku xistina firoka Rûsiya dikeve di çarçoveya piroseyeke kara û rasteqîn de ji aliyê Tirkiyê ve bo dirustkirina navçeyek tenah li bakurê Sûriyê.Jêder:Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button