Davutoglu serdana Bexdayê dike
Hewlêr (Rûdaw) – Serokweîzêr Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu dê serdana Iraqê bike û derbarê pêwendiyên navbera Enqere û Bexdayê, rewşa navçeyê û şerê li dijî DAIŞê de bi rayedarên Iraqê re gotûbêjan bike.
Ofîsa Serokweîzrê Iraqê, Heyder Ebadî îro di daxuyaniyekê de ragihand, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî pêwendiyeke telefonî ligel Serokwezîrê demkî û raspartî bo pêkanîna hikûmeta nû ya Tirkiyeyê encam da.
Li gor wê daxuyaniyê, “Ebadî û Oglu di vê pêwendiya telefonî de behsa pêwendiyên du alî yên navbera her du welatan, pirsên ewlehî û serkeftina hêzên ewlehî yên Iraqê bi ser çekdarên DAIŞê de kirin.”
Herwiha Serokwezîrê Iraqê, ji ber serkeftina encamdana hilbijartinên parlamentoya Tirkiyeyê, pîrozbayî li Serokwezîrê wî welatî Ahmet davutoglu kir û hêvî jê re xwast ku di pêkanîna hikûmeta nû de serkeftî be.
Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin, Serokwezîrê Iraqê Ebadî amaje bi parastina sînorê navbera her du welatan kiriye û daxwaz ji Davutoglu kiriye, Tirkiye rê li ber derbasbûna çekdarên DAIŞê li ser sînor bigire.
Li gor dauxyaniyê, Ebadî ji Davutoglu re ragihandiye: “Kiryarên DAIŞê li Sûriyê zêdetir û berfirehtir dibin û zêdebûna nakokiyên tayifî jî dê bandorek xirab li Iraqê û Tirkiyeyê û hemû navçeyê bike.”
Ebadî herwiha tekez kiriye, ku hêzên Iraqê rijd in li ser serkeftina li hember çekdarên DAIŞê û derxistina bajarên Rumadî û Mûsil û tevayê Iraqê ji dest çekdarên DAIŞê.
Li gor daxuyaniyê, Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu jî di vê pêwendiyê de sipasiya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kiriye û amadeyiya welatê xwe bo alîkariya Iraqê di her warî de û bi taybetî jî di warê ewlehî û agahiyên îstîxbaratî de ragihandiye.
Davutoglu herwiha amaje bi wê yekê daye, ku dê piştî pêkanîna hikûmeta nû ya Tirkiyeyê, bo xurtkirina pêwendiyên navbera her du aliyan serdana Iraqê bike.