Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Firensa êrîşên Rêjîma Sûriyê li ser Idlibê şermezar dike

 Yekîtî Media

Wezareta derve ya Firansa di daxuyaniyekê de got: “Firensa êrîşên firokeyên Hikûmeta Sûryê û yên Beşar Esed li dijî sivîlan û li ser nexweşxaneyan li Idlibê şermezar dike û armanckirina navendên tendirustiyê, yasayên navdewletî binpê dike“.

Wezareta Firensî got jî: “Piştî êrîşên ezmanî bi deh hezaran xelkên sivîl li Idlibê neçar bûn ji malên xwe derkevin û mişext bibin“.

 

Ev nêzîkî du hefteyan, hêzên Rêjîma Sûriyê bi piştevaniya Rûsya dest bi operasyoneke serbazî li rojhilatê Idlibê kirine û karîne bi dehan gundên wê parêzgehê kontrol bikin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button