Break newsNûçeslide

Feleknas Uca: Gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê wê li hember vê yekê bêdeng nemîne

Yekîtî Meda

Ev demeke berpirsên Hikûmeta Tirkiyê, derbarê operasyoneke serbazî li hemberî Efrînê, daxuyaniyan didin û hêzeke serbazî mezin li ser sînorê Efrînê kom dikin.

Beramberî vê yekê Parlementera HDP’ê ya Diyarbekirê Feleknas Uca dibêje: “Gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê wê li hember vê yekê bêdeng nemîne. Gelê Kurd bi tevahî wê li hemberî vê yekê derkeve. Ji ber ku em dizanin ev êrîş li hemberî destkeftên Gelê Kurd tên kirin. Operasyon li hemberî Efrînê, niha tenê bi gotinan tê behskirin. Dema ku dewlet dest bi êrîşekê bike, wê demê wê Efrîn bersiva xwe bide, wê Gelê Rojavayê Kurdistanê jî bersiva xwe bide”.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button