Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Fûad Masûm daxuyaniyên şêwirmendê xwe derbarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê red dike

Yekîtî Media

Nivîsgeha serokê Iraqê Fûad Masûm daxuyaniyek derbarê axaftinên şêwirmendê serokê Iraqê Ebdilletîf Reşîd belav kir û têde tekez kir, ku axaftinên Reşîd ji rojnameya El-Sebah El-Cedîd re, taybet in bi wî û ti pêwendiya wan axaftinan bi helwesta fermî ya serokatiya Iraqê re tine ye.

Di daxuyaniya serokatiya Iraqê de hatiye, tevahiya nerîn û helwestên serokatiya Iraqê di malpera serokatiyê de, û bi riya daxuyaniyên serokomar ji bo dezgehên ragihandinê re tên belavkirin.

Duh Ebdilletîf Reşîd, ji rojnameya navhatî re gotibû: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê nûneratiya xelkê Kurdistanê nake û serokê Partî ya Demokrat a Kurdistanê karûbarên Herêma Kurdistanê birêve dibin”.

Van gotinan dilgiraniyeke mezin li cem serokê Iraqê çêkir û bi tundî ew gotin red kir.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button