Break newsNûçeslide

Balafirên Tirkiyê gundewarê Efrînê topbaran kirin

Yekîtî Media

Doh duşemê, balafirên Tirkiyê yên bê pîlot êrîşî gundê Qestel Cendo li gundewarê Efrînê kirin.

Jêderekî navxweyî ji Yekîtî Media re ragihand ku balafirên bê pîlot yên Tirkiyê du bombe li ser girê Qestel Cendo yê girêdayî nahya Şerra li gundewarê Efrînê avêtin, û hin zirarên madî li dûv xwe hiştin.

Herweha topxaneya artêşa Tirkiyê girê Xir yê girêdayî nahiya Bilbilê topbarankir.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button