Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Ji 15 Sibatê ve li Ukranya agirbes dest pê dike

Serokê Rûsya Vladimir Pûtin ragihand ku çar aliyên li paytexta Bilarûsya “Mînisk” li hev civiyan û li hevkirin ku qeyrana li Ukranya rû dide bi şêweyeke aştiyane bête çareserkirin.

Pûtîn îro pêncşemê piştî danûstanên ku 16 demjimêran dan ber xwe, ragihand ku çar aliyên li “Mînisk” paytexta Bîlarûsya derbarê qeyrana Ukranya de ligel hev danûstandinê dikin, lihev kirin ku qeyran bi rê û rêbazên aştiyane bête çareserkirin û bi mijarê ve girêdayî rêkeftinek mor kirin.

Pûtîn da xuya kirin ku aliyan di serî de li hev kir ku ji 15 Sibatê ve agirbest li rojhilatî Ukranya bête ragihandin, Ukranya çekên giran ji xêza ku hêzan ji hev cuda dike vekşîne , di heman demê de hêzên Donbas jî vê yekê bikin.

Ji bo çareserkirina qeyrana Ukranya serokên Rûsya, Firansa, Almanya û Ukranya li paytexta Bîlarûsya Mînisk lihev civiyan û danûstandin kirin.

PUKmedia

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button