Break newsNûçeslide

KOBANÎ- Hêzên kurdî ji sê aliyan ve gundan rizgar dike

Kobanî – Pêşketina hêzên kurdî ji bo kontrolkirina gundên Kobanî berdewam e û îro jî çend gund hatin kontrolkirin û niha çekdarên DAIŞê nêzîkî 45 kîlometran dûrî bajarê Kobanî ne.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanî Muslih Zêbarî ji Rûdawê re ragihand ku îro li hersê aliyên rojhilat, rojava û başûrê Kobanî hêzên kurdî çend gundên din kontrolkirin û got ku niha DAIŞê nêzîkî 45 kîlometran ji bajêr dûr e.

Zêbarî got ku li aliyê rojhilat gundên Bexdik, Zoxir, Cerin û Girê Sor ji aliyê hêzên kurdî ve hatin kontrolkirin û herwiha gundên Ehmediyê, Kendal, Kîtkan, Serzor û Yabisê tên topbarankirin.

Li aliyê rojava jî fermandarê Hêzên Pêşmerge ragihand ku gundên Mişko, Cibnê û Pênder hatin kontrolkirin û herwiha gundên Ziyaret, Zormixar, Zerik û Taalik jî ji aliyê Hêzên Pêşmerge tên topbarankirin.

Muslih Zêbarî anî ziman ku niha hêzên kurdî li aliyê başûr jî gihîştine gundê Eyn Îsa û kargeha Çimenoyê û pêşveçûna wan didome.
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button