Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Obama ji ber Pêşmerge spasiya Merkel kir

Washington – Serokê Amerîkayê Barack Obama spasiya Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel kir ku di şerê DAIŞê de alîkariya Pêşmerge kiriye.

Serokê Amerîkayê Barack Obama duh (9ê Sibatê) li Koşka Spî bi Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel re hevdîtin pêk anî.

Obama piştî hevdîtinê di civîneke rojnameniyê de wiha got: “Min spasiya Angela Merkel kir ji ber wê piştevaniya ku Almanya wek endameke Hevpeymaniya Navdewletî pêşkêşî Iraqê kiriye. Her wiha Almanya di siyaseta xwe ya deve de gaveke girîng avêt û çek da hêzên kurd ên Iraqê. Almanya amade ye hêzên navxwe li Hewlêrê perwerde bike.”

Hikûmeta Merkel, ku çekên girîng mîna rokêta antî-tankê ya bi navê “Mîlan” daye Pêşmerge, soza alîkariyên zêdetir daye. Lê kurd dibêjin arîşeyek heye di vir de çimkî ew çek, bi taybet yên ku ji Amerîkayê ji wan re tên şandin, dereng digihên destê wan û têrê nakin.

Li ser vê mijarê, Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Jen Psakî wiha got: “Em bi hemahengî digel hikûmeta Iraqê alîkariyan pêşkêş dikin. Li gorî siyaseta me divê her çeka ku tê şandin, haya hikûmeta Iraqê jê hebe. Ev, qanûna Amerîkayê ye.”

Helbet ev helwesta Amerîkayê rastî nerazîbûna kanalên televîzyonî yên amerîkî û siyasetmedarên amerîkî jî tên.
cirt1

Ted Cruz

Yek ji wan siyasetmedarên amerîkî yên ku di warê şandina çekan bo Pêşmerge de Obama rexne dike, senator Ted Cruz e. Cruz wiha dibêje: “Hikûmeta me bi qasî ku lazim e çekan nade kurdan. Divê em Pêşmerge mîna hêzên xwe bihesibînin ji ber ku bibandor in, amade ne û hevpeymanê me yê nêzîk in.”

jen-psaki

Cîhan
Obama ji ber Pêşmerge spasiya Merkel kir
Ji aliyê Namo Abdulla 3 demjimêr berê
Merkel-Obama
Merkel-Obama

(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button