Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Hollande mîna “dostekî nêzîk” pêşwaziya Barzanî kir

Parîs – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi Serokê Fransayê François Hollande re hevdîtin pêk anî.

Îro danê êvarê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Parîsê ji aliyê Serokê Fransayê Holland ve hat pêşwazîkirin.

Di civînê de ku li Koşka Êlîzê hat lidarxistin, behsa xurtkirina pêwendiyan, çerê DAIŞê hat kirin ji ber ku Fransa tevgerên xwe ji bo nehîştina DAIŞê û bi taybet piştî bûyera kovara Charlie Hebdo zêde kiriye.

Peyamnêra Rûdawê Ala Şalî li Parîsê ragihand ku ji awayê pêşwazîkirin û oxirkirina Barzanî ji aliyê Hollande ve nîşan dida ku Barzanî û Hollande dostên hev ên nêzîk in ji ber ku di oxirkirinê de herduyan hevdû hembêz kirin.
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button