Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê spasiya Barzanî dike
Hevpeyvîn: Dilxwaz Behlewî
Stenbol- Serokê Hikûmeta Demkî ya Dijbereya Sûriyê Ehmed Tuimê ragihand ku, ew li Sûriyê dinerin, ku ew ya hemû gelê xwe ye û ti cudabûnê di navbera pêkhateyan de nakin. Herwiha spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê helwesta wan a lehengî, di piştgiriya şoreşa sûrî de, kir.
Rûdaw: Çima hikûmet hate hilanîn û kar careke din ji we re hate spartin? Çi rê û şûnên vê babetê ne û çawa ev yek dirust bû?
Ehmed Tuimê: 20ê Tîrmeha borî, bi mebesta pêkanîna hevdîtinekê ligel Îtîlafê, Hikûmeta Sûrî ya Demkî hate vexwendin. Ew jî ji bo gotûbêjkirina rewşa hikûmetê û lêkolîna aliyên kêmasî û erêniyan di hikûmetê de. Bi dirêjiya 3 rojan, derbarê hemû xalên ku pêwîst e em wan ligel hev gotûbêj bikin, danûstandineke berfireh dirust bû.
Bi rêya wezîran, me girîngtirîn karên ku me, di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, pêk anîne, pêşkêş kirin. Piştre me berçavtirîn kêşeyên aloz pêşkêş kirin, ku ketibûn rêya me.
Piştî bidawîbûna hersê rojan, nerîn gihişte wê yekê ku dengdan li ser vê hikûmetê pêk bê, bi nerênî yan jî bi erênî. Kar bi awayekî demokratîk birêve çû.
Piştî şêwirmendiya di navbera hemû pêkhateyên Îtîlafê de. Encam jî ew bû ku ya baştir ew e hikûmeteke sûrî ya nû dirust bibe.
Prensîpa hevbeşiyê di dejbereya Sûriyê de, bi çi awayî bandor li ser karê opozisyon û Hikûmeta Sûrî ya Demkî kir, bi giştî jî li şoreşa sûrî?
Dibe ez ji destpêkê ve, ne ligel te bim ku hevbeşî, di Hikûmeta Sûrî ya Demkî ya berê de, hebû. Lê bi berevajî vê yekê, ez dibînim arasteyek hebû ku hemerengiyeke berfireh ji hemû reng û pêkhateyên gelê sûrî hebû.
Em gellekî miqate bûn ku nûnerekî pêkhateya kurdî di hikûmetê de hebe, nûnerekî pêkhateya Turkmenî hebe, nûnerekî pêkhateya erebî, nûnerekî pêkhateya biraderên me yên Xiristiyan û nûnerekî biraderên me yên Durzî. Hikûmetekê ku di navbera teknokrat, şareza û komeleyên siyasî de bicivîne. Gellek astengî raserî vê hûnandina ku em lê digeriyan, hatin. Hêj em di destpêka damezrandinê de bûn.
Dema tu dest bi damezrandina çi tiştî bikî, tê gellek astengiyan bibînî, ji ber vê sedemê şaşîtî li cem me peyda bûn. Dibe ku şaşîtiyên mezin bin, lê hîç ne şaşîtiyên bi mebest bûn.
Em ji waneya hikûmeta borî fêr bûn, lê bi vîneke xurt û saya Xwedê emê di hikûmeta bê de, hemû şaşîtiyan bimalin û berê şêwirmendiyê firehtir bikin, ber bi damezrandina hikûmeta yekîtiya niştimanî ve, dibe ku hemû pêkhate û hemereng, bê hevbeşî, tê de xwedî nûnerî bin. Lê pêwîst e em nûneriya pêkhateyan bi bîra xwe bînin ku divê, dema em hikûmetê ragihînin, hemû sûrî bibêjin ev hikûmet nûneriya me dike.
Hikûmet niha li kûderê ye? Kengî wê pêk bê? Çawa wê postên wezîran dabeş bibin? Gelo hûnê bi heman awayê berê bikin yan jî arasteyeke nû heye?
Di 14yê Çiryaya Pêşîn de, ji min hate xwestin ku ez hikûmeta duyem pêk bînim. Derfeta mehekê hate dan bo min, ji bo ku ez nivîsekê arasteyî birêz serokê Îtîlafê û endamên Îtîlafê bikim, ku ez amade me ji bo pêşkêşkirina himkûmetê.
Bi rastî di 12ê vê mehê de berî 2 rojan ji dawiya meha ku ji min re diyar bûye, ezê nivîsekê arasteyî Îtîlafê bikim. Ezê tê de ragihînim ku ez amade me ji bo pêşkêşkirina hikûmetê. Hingê Îtîlaf wê sozekê diyar bike ji bo gotûbêjkirina li ser vê hikûmeta nû, bi mebesta dengdanê li ser wê, weke nerîta berê. Ya bêhtir dibe bibe ew e ku ev yek wê di 21ê vê mehê de pêk bê.
Eger em li ser nûneriya kurdî di hikûmeta te de biaxivin. Wê nûneriya kurdî di vê hikûmetê de çawa be? Gelo hin wezaretên kurdî yên diyarkirî hene? Wê awayê beşdariya Kurdan di vê hikûmetê de çawa be?
Tenê tiştê ez dikarim teqez bikim, ew e ku wê nûneriyeke kurdî tê de hebe. Em şêwirmendiya hemû aliyan dikin. Me nûner ji Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) dîtin. Emê bi wan bişêwirin. Îro ezê hejmarekê ji endamên Îtîlafê yên Encumena Niştimanî ya Kurdî, bibînim, herwiha emê ligel hin serkirdeyên kurd ên navdar bişêwirin, ji bo ku nûnerî bi awayekî herî baş be.
Ez dixwazim vegerim şêweyê hikûmetê bi giştî. Arezûya me ye ev hikûmet bike ku her sûriyek hest bike ku ev hikûmet nûneriya wî dike. Hest jî bike ku guhdan ji aliyê serokê hikûmetê ve bi pêkhateya wî heye, bi awayekî hest neke ku hatiye dûrxistin, yan jî hatiye piştguhkirin.
Daxwaza me ew e ku hemû erk yek bin, ji bo serketina vî karê zehmet. Egereke mezin heye û ez pê geşbîn im ku wê di mehên bê de navçeyeke aram pêk bê. Ev Navçe wê li bakurê Sûriyê be. Ji Hikûmeta Sûrî ya Demkî tê xwestin ku bi tevayî here hundirê Sûriyê, ji bo ku xizmetguzariyan ji hemû pêkhate û rengên sûrî re pêşkêş bike. Ev erkekî gellekî girîng e, pêwîstiya wî bi yekbûneke xurt û hevgirtî heye, ji aliyê me tevan ve.
Êdî arasteyek heye ku guhastin ji nivîsgehan pêk bê, ji ber ku tê gotin: Hikûmet tenê li nivîsgehan heye û ti hebûna wê li ser zeviyê nîne. Wate, gelo planek heye ji bo çûna hundirê Sûriyê, bi mebesta kar bi awayekî rasteqîne?
Ez dixwazim ji pêşî ve bibêjim ku em pir bi vê tawanê hatin sitembarkirin. Me, bi rêya gellek nivîsgehên xwe, gellek kar di hundirê Sûriyê de kirin. Me, li 11 parêzgehan, rêveberî ji çapemeniyê re damezrandin. Di warê daneyan de, herwiha kirîna wan ji cotkaran. Li gorî karîna xwe, me gellek nivîsgeh pêk anîn. Rêveberiyên me yên perwerdeyê û fêrkirinê li Sûriyê hene. Nivîsgehên me yên hawarçûnê hene.
Me bi xurtî kar li hundirê Sûriyê kir, bi mebesta rêzbendiya pirsa encûmenên xweciyî, ku em hêvîdar in paşeroja Sûriyê li ser wan be. Girîngiya encûmenên xweciyî naskirî ye, dema ku rêzbend bibin û dema bi rolên xwe yên rêvebirinê rabin.
Em naxwazin Sûriye bimîne dîktatorî, bi biryarekê tenê ve, ji paytextê, girêdayî be. Em dixwazin derfetê bidin hemû gelê Sûriyê ku gellek karûbarên xwe birêve bibin. Bi rêya parêzgehan û bi rêya encamdana serkirde û kadroyên girîng, ku karibin xwe ligel rewşê biguncînin, di heman demê de ligel serkirdayetiya siyasî li welêt biguncin.
Herdem gazin ji wê yekê heye ku heta niha hikûmetê gavên rasteqîne ber bi herêmên kurdî ve neavêtiye. Tu çawa li vê yekê vedigerînî?
Me gellek erk pêşkêş kirin. Lê em pêrgî berbesta karînan bûn. Bi piranî, herêmên ku biraderên me yên Kurd lê cînişîn dibin, heta demeke nêzîk, di bin kontrola rejîmê de bûn. Ev yek jî berbesteke mezin bû ji me re.
Li herêmên ku rejîm lê nîne, wek mînak Efrîn, Kobanî yan jî herêmên ku dibe ji destê rejîmê rizgar bibin, emê bilezînin û xizmetguzariyan pêşkêşî wan bikin. Em li Sûriyê dinerin, ku ew ya hemû gelê xwe ye. Em cudabûnê di navbera pêkhateyan de nakin. Lê belê bi berevajî vê yekê, em dibînin çi devera ku sitem tê de li mirovê sûrî bibe, em bilez pê ve diçin. Wek mînak, li Kobanî, me lezand û ji bîstika pêşî ve, min hikûmet vexwend û ji bo dirustkirina komîteyekê, min arasteyên yekser dan. Ev komîte ji 9 kesan pêk dihat, 6 ji wan ji biraderên kurd bûn û min doz li wan kir ku bilezînin, bi heman awayî jî arasteyên wezîrê darayî hebûn, ew jî ji pêkhateya kurdî ye, ku bilezînin, ji bo pêşkêşkirina alîkariyên bilez, li gorî karînên li ber dest, ji mişextan re, ku bi hejmareke mezin ji Kobaniyê hatin Tirkiyê. Ev berpirsiyariya me ye. Eger em nikaribin pêdawîstiyên wan pêşkêş bikin, êdî, bi kêmanî em bi hestên xwe ligel wan bin û em, li gorî karîna xwe, erkên xwe bikin.
Lê rexne li we dibe ku bi awayekî praktîkî, di pirsa Kobanî û bûyerên wê de, hûn neliviyan. Heta niha tê gotin ku ne hikûmet û ne jî Îtîlaf helwesteke wan a zelal, derbarê bûyerên Kobanî, nebû.
Ev hîç ne rast e. Berî niha min got ku ji roja yekem ve min hinek serkirdeyên kurd û hin biraderên endamên Îtîlafê dîtin. Herwiha ji bîstikên pêşî ve hevdîtina min ligel birader wezîrê aborî û darayî mamoste Ibrahîm Mîro bû. Me planek, li gorî karînên li ber dest, danî. Çawa em dikarin alîkariyê bikin. Komîteyê jî, sibeha roja din, dest bi karê xwe kir. Eger em bi kêmasiyê tawanbar dibin, dibe ku tiştekî wiha hebe, lê di çarçoveya karînên li ber dest de ye.
Ez dixwazim nîşanê bi tiştekî din bidim, ku piştî dûrxistina hikûmetê ji kar, em, ji aliyê darayî ve, ketin rewşeke nearam. Ji ber ku hikûmeta karbirêvebirinê nikare reftarê bike, bi sedema ku ne hikûmeteke fermî ye. Terajedya jî hate serê biraderên me li Kobanî. Di wan rewşên zehmet de, çawa emê bikaribin bi awayekî asayî reftarê bikin. Lewma me mezintirîn erk pêşkêş kirin.
Bi rêya şandeyan, me gellek birader dîtin, ku mişextî navçeya Surûcê bûn. Herwhia hejmarek ji wezîran daketin ew dîtin. Erkên ku hatin pêşkêşkirin li gorî karînê bûn. Rast e ne bes in, em li vê yekê mikur tên, lê me ti behane nehişt ku em bi rêya wê bikaribin alîkariyê pêşkêş bikin, me pêşkêş dikir.
Niha êrîşeke hovane ji DAIŞê li ser Kobanî dibe. Herwiha Hêzên Pêşmerge derbas dibin Kobanî bi mebesta berevaniyê di ber de. Helwesta hikûmetê ji derbasbûna Hêzên Pêşmerge bo Kobanî çi ye, ku ligel YPG li dijî DAIŞê şer dikin?
Weke ku tu dizanî, em li Kobanî dinerin, weke parçeyekî giranbiha ji Sûriyê, ku ji erkê me ye em hewl bidin ji bo rizgarkirina wê ji rejîmê. Ev yek jî berê hebû. Herwiha em wê ji hemû rêxistinên teror ên tundrew rizgar bikin.
Lewma em ligel xelkên herêmê tevgerê dikin, weke ku em yek in. Em xêrhatinê bi hemû alîkariyên ku tên ji bo pêkanîna aştiyê li vê deverê, herwiha ji bo dûrxistina tundrewî û terorê ji vê herêmê. Ji vê yekê helwesta me zelal bû û me bixêrhatina Hêzên Pêşmerge kir, bi mebesta alîkariya xelkên navçeyê ji bo dûrxistina vê tundrewî û terorê ji herêmê.
Bi vê helkeftê pêwîst e ez spasiya biraderan, li Herêma Kurdistanê, bikim, derbarê helwesta wan a lehengî, di piştgiriya şoreşa sûrî de. Ez spasiya helwestên wan dikim, di warê guhdana wan bi birayên me ji penaber û koçbûyên ku çûne Herêma Kurdistanê û hikûmeta herêmê jî guhdan bi wan kir û piştgiriya wan kir. Ez ji vê derê silav û spasiyê arasteyî Serok Mesûd Barzanî dikim, derbarê erkên ku pêşkêş dike û derbarê helwesta wî ya kesayetî di piştgiriya şoreşa sûrî de, berê, niha û di paşerojê de jî. Ez guman dikim weke van helwestên wiha hêja, dibe ku bibin bingeh ji paşeroja nêzîk re, ji bo Sûriyeya nûjen.
Ev yek, ji me re, gellekî girîng e. Her em hewl didin ku em bêhtir pijavtin û têkilbûnê di navbera hemû pêkhateyên gelê Sûriyê de pêk bînin, ku em berê û hîn jî yek gel in, lê rejîma sitemkar em ji hev cuda kirin. Wê bi hemû hewlên xwe kar kir ku di navbera me û birayên me de têk bibe û kêşeyan gur bike. Lê ti carî em ji dijîtiya hev re ne amade bûn.
Berî kudetaya reş a 8ê Adara 1963 em yek bûn. Eger kesekî posteke serkirdeyî wergirtiba, hîç nedihate nerîn ku ew ji vê yan wê pêkhateyê ye, yan jî bi hevbeşiyê ye, ku ev beşa filan komelê ye û ev jî beşa bêvan komelê ye. Tevan weke sûriyan li hev dinerîn.
Diyar e tu di axaftina xwe de dibêjî Eynul Ereb – Kobanî. Tu bi navê erebî dest pê dikî, pişt re tu yê kurdî dibêjî. Gelo tu li wê yekê mikur nayê ku Kobanî bajarekî kurdî ye herwiha derbarê zaravê Rojavayê Kurdistan? Hûn çawa li vê babetê dinerin?
Di pêvajoya axaftina xwe de, min çend caran got Kobanî û min Eynul Ereb berî wê neanî. Wiha li Sûriyê hatiye naskirin, Eynul Ereb -Kobanî. Eger hûn bixwazin em Kobanî bînin pêş Eynul Ereb ev ne kêşe ye.
Tiştê ez dixwazim bibêjim ew e ku ev babet vedigere gelê Sûriyê bi giştî. Me sûriyan jî, ji berî kudetaya reş a 8ê Adarê ve, ku em ji hev cuda kirin, me li hev nedinerî weke rojhilat û rojava. Lê dema ku ev rejîm here û aştî û demokrasî li welatê me bicih bibin, em dikarin hemû kêşeyên xwe, bi destên xwe, çareser bikin.
Qedexekirin ji aliyê me ve, li ser ti pêşniyarê nîne, ku kîjan pêkhate yan reng pêşkêş bike. Bêguman piştî ku rejîma sitemkar nemîne, emê li ser maseyekê bicivin û bi canekî vekirî û dilekî fireh danûstandinê bikin, derbarê hemû pêşniyarên ku xizmeta Sûriyê dikin.
Eger gelê Kurd doza federasyonê û jê bêhtir jî kir, wê helwesta we ji vê yekê çawa be?
Ji vê posta min a niha, ez dixwazim bibêjim dema rejîm bikeve, ji ber ku erkê me tevan e ku em kar ji bo xistina rejîmê bikin. Herwiha em tev kar bikin ji bo em bigihêjin Sûriyê, weke dewleteke sivîl, demokrat û pijimar.
Berdewam, di axaftina xwe de, ya borî û ya niha, ez li ser dewleta sivîl a demokrat û pirjimar tekez dikim, ku ji mafê hemû pêkhateyan e, nerîna xwe bidin. Sînga me fireh e ji her tiştê ku birader dixwazin pêşkêş bikin. Emê li ser maseyê bicivin û bawer bike, em nakok nabin.
Kêşeya me ya serekî, ku em ji hev cuda kirin sitemkar bû, ku nakokî û kêşe xistin nav hemû aliyan. Bi hemû awayan jî hewl da ku em dijîtiya hev bikin, herwiha em hin babetan pêşkêş bikin ku dibe hinek kêşeyan gur bikin.
Armanca wî ji babetên wî yên ku zêderûyî tê de heye, ew e ku dijîtiyê di navbera pêkhateyan din de dirust bike. Wî ew babet pêşkêş dikirin, tenê ji bo parçebûneke bêhtir.
Em pabend in ku em hewl bidin ji bo hevtêgihîştin û hevgihiştinê di navbera hemû pêkhateyên gelê Sûriyê de. Dawiyê bêguman, wê ti kêşe nebe û emê di demeke kurt de bigihin çareyan.
Derbasbûna Artêşa Azad bi serokatiya Ebdul Cebar el-Igêdê bo Kobanî, bi hevahengî ligel Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Îtîlafê pêk hat yan ew hêzeke cuda ye? Çi pêwendiya we heye ligel hêza ku niha li Kobanî şer dike?
Pêwendiya me ligel hemû tabûr û hêzên ku ji bo rizgarkirina Sûriyê kar dikin heye. Ev yek bi agahdariya me bû. Tevî ku niha em di rewşekê de ne, karînên me yên darayî nînin ku em alîkariya hemû tabûr û hêzan bikin ji bo ku bi proseyên veguhastin û şer rabin.
Wan biraderan ji nerînekê ev reftar kirin, ku ji erkê wan e berevaniyê di ber vê herêma sûrî de bikin, bêyî berçavgirtina ku kî li ser vê zeviyê dijî. Ev jî helwesteke ji wan re tê sepandin.
Herwiha dema ku pevgihîştin di navbera hemû pêkhateyên gelê sûrî de bibe, ev yek, di paşerojê de, rê vedike, ji bo peydakirina artêşeke niştimanî ya sûrî, kula wî ya sereke berevanî di ber welêt de ye. Ne kula wî ew e ku serdestiyê li ser xelkê bike û desthilata dektatorî dirust bike.
Niha herêmên sînorî ketine ber êrişên DAIŞê, peyketina Bereya Şoreşgêrên Sûriyê, Bereya el-Nusreyê, herwiha pêşketina DAIŞ û el-Nusreyê, di hemû bereyan de. Çima Artêşa Azad paş vedikişe û kanîn tabûrên nerm?
Tiştê ez dixwazim di vî warî de bibêjim ew e ku ji mêj ve me ev kêşe, ligel dostên xwe, di civaka cavdewletî de, pêşkêş kirin. Me dizanîbû çi metirsî li pêşiya Sûriyê hene. Min bi zelalî ji wan re got: Eger hûn destêxistinê nekin, ji bo dîtina çareyeke siyasî ya dadwer li Sûriyê, ku Sûriyê ji dewleta sitemkariyê biguhêze bo dewleta demokrasiyê, hûnê di paşeroja nêzîk, ne ya dûr de, neçar bin ku destêxistina leşkerî di Sûriyê de bikin, bi sedema ku hûnê pêrgî kêşeyên metirsîdartir bibin. Bi rastî jî ev yek bû.
Dema şoreşê dest pê kir me pêdagîrî li ser aştiyê dikir. Me pêdagîrî li ser guhertina rejîmê dikir, da rejîmeke demokratîk bê şûna wê, ku azadiyê ji tevan re pêk bîne û ji mafê her kesekî be nerîna xwe, li gorî xwe bide. Di dawiyê de sindoqên dengdanê dadweriyê di nav me de dikin, ligel bicihkirina prensîpên sereke di dewleta sivîl a demokrat û pirjimar de.
Ji nişkê ve, ev bîrokeyên ji derveyî sînor ji me re diyar bûn û li gellek herêmên Sûriyê belav bûn. Yekem car jî, metirsiya wan li ser Artêşa Azad diyar kir. Êdî van hêzên tundrew ji behra Artêşa azad, li wan navçeyan, birrîn.
Derbarê metirsiya vî tiştê ku dibe, me dûbare û sêbare Civaka Navdewletî agahdar kir, lê kesekî bersiv nedida. Encam jî karesateke mezin bû bidest me ket. Ew jî ew e ku grûpên tundrew dest danîne ser beşekî mezin ji zeviyê, dike bigihe 50 ji sedî ji zeviya Sûriyê. Ev jî krîzeke metirsîdar e, ne ji sûriyan tenê re, lê belê ji herêmê re, herwiha ji Rojhilata Navîn û cîhanê tevî re.
Kêşe ew e ku eger Civaka Navdewletî ev pirs bê çereserî hişt, metirsiya ku wê meh û salên bê encam bide, texmîn nake.
Heta vê kêlîkê ew dudil û bitirs in, yan jî hin dibêjin rewş negihiştiye radeya ku niha destêxistin bibe. Lê tevî derengketina Civaka Navdewletî, di dîtina çareyekê de, em dibînin dema wê yekê hatiye ji bo destêxistineke zû û bilez, bi mebesta çareserkirina vê pirsgirêkê.
Çareserkirina pirsgirêkê ji çûna rejîma Beşar Esed dest pê dike. Hingê wê sûrî hemû mil bi mil şerê vê diyarderyê bikin, diyardeya tundrewî û radîkaliyê. Bi hemû awayan, emê şerê wê bikin. Bi awayê leşkerî, ramanî û aborî.
Ezê mînakekê bînim: Di demekê wek niha de, destpêka pêkanîna Hikûmeta Sûrî ya Demkî, gellek kesên ku vê dawiyê tevlî DAIŞê bûn, ji me re gotin: Pêwîstiya me bi kar e. Pêwîstiya me bi xwendinê ye. Pêwîstiya me bi tendirustiyê ye. Eger hûn mûçe û karan bi 200 dolarî bidine me, ji her karekî re, em hîç naçin cem DAIŞê. Tevî ku eger DAIŞ bide me. Naskirî ye ku Rêxistina Dewleta Isalmî (DAIŞ) 300 dolarî dide her çekdarekî. Êdî xelk bi mûçeyeke kêmtir ji 50 ji sedî qayil dibûn. Dixwestin tevlî me bibin, li şûna ku tevlî rêxistinên terorîst ên tundrew bibin.
Te di destpêka hevpeyvînê de got ku hebûna rejîmê li herêmên kurdî lawaz bûye. Piştî derbasbûna Artêşa Azad û pêkanîna Odeyeke Operasyonên Hevbeş ligel Hêzên Pêşmerge û hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), gelo araste û stratejiyayeke nû derbarê tevgerê ligel PYD û YPG heye?
Em bi awayekî vekirî li hemû pêkhateyên gelê Sûriyê dinerin. Lê prensîpên me yên bingehîn hene, ku dilsozî ji Sûriyê re be. Dilsozî ne ji rejîmê re be.
Di navbera me û YPG de hinek nakokî hebûn, bi sedema ku dihate gumankirin ku hevpeymaniyek yan jî hevahengiyek di navbera wan û rejîmê de heye. Dibe ku rewşa YPG di demekê de zehmet bû, lê eger nîşan dan, her em hêvîdar in, di dema bê de, nîşan bidin, ku gellekî bi zelalî ew li dijî rejîmê ne. Çiku ligel hev emê di heman qeyikê de bin.
Ev yek ji girîngtirîn xalên ku pêwîst e zelal bibin. Em ber bi Sûriyeya nû ve diçin, ku sûrî tê de ber bi armanceke sereke ve diçin, ew jî damezrandina dewleta sivîl a demokrat a pirjimar e.
Ji vê nerînê, em bawer dikin ku dibe alîkarî û tevger ligel hemû pêkhate û rengan bibe, eger bingeh Sûriye be. Eger bingeh ji bo rizgarkirina vî welatî be, ji vê rejîma ku em wê dagîrker dibînin. Tevger ligel me û tevan dikir weke ku em ji welatekî dagîrkirî bin. Ev pirs ne nû ye, lê belê vedigere berî 50 salî. Ji dema kudetaya reş a 8ê Adarê ve, ev rejîma tawankar tevgerê ligel Sûriyê dike, weke ku welatekî dagîrkirî be.
Dema ku em, li beramber vê rejîmê, yekrêz bin û helwestên me zelal bin, helbet em di yek karwanî de birêve diçin.
Ez di gotina te de digihim ku awayeke nû û henaseyeke nû ji tevgerê heye, derbarê tevgerê ligel PYD û YPG weke ku ew jî hêzeke û xebatê ligel we dike bi mebesta pêkanîna armancine hevbeş?
Ezê dûbare bibêjim: Eger arastebûna wan ber bi dijîtiya rejîmê ve be û em li beramber rejîmê yek rêz bin, herwiha cudabûna tekûz a ku guman li ser nîne, di helwestê de hebe, helbet ew jî sûrî ne û em dixwazin bigihin dawiya vê trajedyaya ku em ketinê.
Lê di demên borî de, guman hebû. Em dixwazin hewl bidin ku em vê gumanê rakin. Derbarê helwesta zelal. Em bi aliyekî ve diçin ku eger helwest zelal bin li dijî rejîmê, hetbet emê hevkar bin, ji ber ku em tev sûrî ne û berê me li avakirina dewleteke nû ye, ku her welatiyek di sûriyê de şanaziyê bike ku ew ji vî welatê xweş e.
Gelo hêj baweriya we heye ku dibe rejîma Beşar Esed bikeve?
Bêguman. Ne tenê baweriya me bi vê mijadê heye, lê belê baweriya me heye ku gelê Sûriyê, tevî hemû zehmetiyên mezin, tevî hemû trajedyayan, dikare di dawiyê de bigihe armanca xwe, ku ew jî azadî û rûmet e.
Ev ne yekem şoreş e, li dijî rejîmên sitemkartir û tawankartir radibe. Lê dawiyê milet û vîna xurt a milet biser ketin.
Şoreşa Fransî 23 salan dirêj kir, heta biser ket. Şoreşên din jî, berî ku armancên xwe pêk bînin, karesat dîtin. Lê piştî ku armancên xwe pêk anîn, dewletên xwe li ser bingehên rast û rêxistî ava kirin.
Gelê sûrî yê merd, gellek binemayên wî hene ku welatekî rêxistî yê demokrat ava bike, ku her welatiyek bikaribe beşdariyê di avakirina vî welatî de bike.
Bawer bike, tevî hemû bela û karesatên ku me bi dirêjiya salên borî, dîtin jî, ev roj ne dûr e.
Rastiya xelkê hate diyarkirin û dîtin ku tevî hemû êşan, ti kes ji xelkên Sûriyê hîç qebûl nake ku rejîm vegere. Ev pirs nema cihê gumanê ye, li cem hemû gelê Sûriyê. Dibe ku nerîn hebin derbarê ku çima me ev rê girt û ya din negirt. Lê tenê hizira bi wê yekê ku dibe rejîm vegere û dest deyne ser Sûriyê, ev li derveyî hemû bîreweriya gelê Sûriyê ye.
Berî demekê li Dihokê, bi serperiştiya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, peymanek di navbera ENKS ku ew beşek ji Îtîlafê ye û TEV-DEMê de dirust bû. Hûn çawa li vê peymanê dinerin?
Em çaverêyên civîna Desteya Giştî ya Îtîlafê ne, di 21ê vê mehê de. Wê biraderên me yên nûnerên ENKS hûrbîniyên girîng derbarê tiştê ku li Dihokê bû pêşkêş bikin.
Dema nerînê pêşkêş bikin emê bi hûrbîniyan nas bikin çi bû. Hêj zanyariyên me derbarê tiştê ku bû kêm in. Lê em guman dikin ku babet bi awayekî lojîkalî birêve diçin. Lê dema ku biraderên me, bi awayekî fermî, ligel me biaxivin, emê helwestê binirxînin.
Ez dixwazim bibêjim ku bingeha nerînê li çi helwestê be, bi erênî yan nerênî, helwest ji Sûriyeya paşerojê ye, helwest ji rejîmê ye. Eger pirs cuda ji rejîmê be û em tev hewl didin ku em rêveberiya karûbarên herêmên xwe bikin, li ser prensîpeke sûrî ya xwerû, em bi vê yekê re ne.
Careke din dibêjim: Em ne bi nerênî li tiştê bûyî dinerin, lê em dixwazin gellek hûrbûniyan derbarê tiştê ku bû bizanibin. Biraderên me yên endamê ENKS soz dane me ku di civîna bê de, ya Desteya Giştî, wê fayleke tekûz derbarê hemû tiştê ku bû, pêşkêş bikin, ligel nerînên wan li ser xalan, di asta siyasî, xizmetguzarî yan jî di asta rêveberiyê de.
Dilê me ji bo alîkariyê ligel tevan vekirîne, bi mebesta xizmeta vî miletê hêja.
Yek ji bendên Peymana Dihokê nîşanê bi wê yekê dide ku pêwîst e ENKS tevlî Rêveberiya Xweser bibe, ku niha bi rastî ev rêveberî li herêmên kurdî heye. Wate hikûmetek rêveberiya herêmên kurdî dike. Hûnê çawa tevgerê ligel wê bikin?
Çi rêveberiya ku li ser zeviyê peyda bibe, pêwîstiya wê bi pereyan heye. Pere jî ne tiştekî hêsan e. Bi rêya karê me di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, me têbîniya tiştekî kir, ku zehmettirîn tişt ew e ku tu projeyekê pêşkêş bikî, lê pere nînin ku bi awayekî praktîkî cîbicî bibe. Yekem tiştê ku divê lêgerîn jê re bibe, pere ye. Eger pere nebin hemû mijadên tyorîk nikarin, di warê praktîkê de, rê ji xwe bibînin.
Me gellek hûrbînî li ser tiştên bûyî nas nekirin. Biraderên me yên endamên ENKS ku di Îtîlafê de nûner in, wê raporteke giştgir pêşkêşî me bikin û piştî ku em li wan guhdarî bikin û bi awayekî fermî, emê ji gellek aliyan ve li vê pirsê binerin, êdî emê biryara guncaw bidin.
Wek Hikûmeta Sûrî ya Demkî, cuda ji biraderên me di Îtîlafê de, em nikarin helwesteke tekane bisitînin. Çiku Îtîlaf ew e aliyê ku siyaseta giştî datîne. Em jî, wek desthilata cîbicîkar li ser zeviyê, hewl didin xizmetguzariyê ji xelkê re pêşkêş bikin, em çaverêyê lidarxistina civîna Îtîlafê ne, piştre wêne ji me re zelal dibe û helwesta fermî ya Îtîlafê ji me re pêşkêş bibe, êdî emê wê bi giştî cîbicî bikin.
Tevaya peyman û hevtêgihîştinên ku biraderên me yên Îtîlafê ligel hemû pêkhateyan pêk tînin, em cîbicî dikin.
Gelo hûn amade ne tevgerê ligel Rêveberiya Xweser bikin, eger ENKS tevlî vê rêveberiyê bibe û peymana Dihokê têkeve kar?
Ez dibêjim: Piştî ku Îtîlaf bicive û helwesteke zelal derbarê vê pirsê bide, ji ber ku em jî dezgeha Îtîlafê ne, em bi biryarên Îtîlafê pabend in. Nabe em helwesteke tekane bisitînin. Em çaverêyên civînê ne, ku wê çi helwestan encam bide. Ji ber ku ew siyaseta giştî datîne. Emê jî cîbicî bikin.
Gelo hêj alîkarî ji hikûmetê re berdewam e û kanîn dostên Sûriyê? Herwiha asta alîkariyê ji hikûmetê re û ji dijbereyê re bi giştî çiye?
Dema Hikûmeta Sûrî ya Demkî berî salekê ji niha, pêk hat, gellek hêviyên me hebûn. Ew hêvî li ser hinek sozên ku Dostên Gelê Sûriyê dabûne me, ava dibûn. Arezûyên me hebûn ku emê bikaribin gellek tiştan cîbicî bikin.
Ji bo guhastina van mijadên tyorîk bo warê praktîkî, me erkine mezin pêşkêş kirin.
Di destpêka karê hikûmetê de, me lêkolînek li ser pêdawîstiyên gelê sûrî li nevçeyên rizgarkirî, pêk anî. Em gihiştin baweriyekê ku eger em bixwazin xizmeta 20 ji sedî ji gelê Sûriyê bikin, li navçeyên rizgarkirî, pêwîstiya me bi 2 milyar pwînt 600 milyon dolar e. Wek mînak.
Lê tibaba pereyên ku ji me re hate pêşkêşkirin 50 milyon yoro bû. Cudabûnê bibîn. Tenê 4 ji sedî ji pêdawîstiyan ji me re hatin pêşkêşkirin. Bêguman hejmarek ji alîkariyan, di warekî din de, ji me re hate pêşkêşkirin. Lê ew tibab gellekî kêm bû. Biryar bû ku ev alîkarî 6 mehan dirêj bike. Tiştê bû, ew e ku piştî jikarxistina hikûmetê alîkarî rawestiya, li benda pêkanîna Hikûmeteke Demkî ya nû.Me da ser vê rêkê. Eger Xweda bêje erê, gellek soz ji me re hene. Derbarê egera pêşkêşkirina alîkariyeke nû ji me re, ku ji alîkariya berê bêhtir be. Hemû ji biraderên me yên Ereb û ji Dostên Gelê Sûriyê tên.
Niha Dostên Gelê Sûriyê kî ne?
Ew 11 dewletên Dostên Gelê Sûriyê ne. Ev yek bi awayekî serekî. Bingeha ku me li ser ava kir, alîkariyên derve bû, ligel hewldanên me ji bo pêkanîna planekê bi mebesta sûdwergirtinê ji dahatên hundirû.
Ezê bîrokeyekê pêşkêş bikim ku di destpêka karê hikûmetê de me hizra wê kir. Lê bi sedema rewşê, me nikarîbû wê pêk bînin.
Naskirî ye ku bîrdozek bi navê Bîrdoza Deqa Zeytê heye. Berdewam jî hevalê me di hikûmetê de, mamoste Ibrahîm Mîro behsa wê dikir. Ev bîrdoz ew e ku tu bala xwe gellekî dide nevçeyeke diyarkirî û tu dest bi geşkirina wê dikî. Ji geşkirina vê navçeya diyarkirî, tê nevçeyên din geş bikî, heta tu bigihî tevaya welêt.
Bêhtirîn kesên ku sûd ji vê bîrdozê kir, Komara Çîn a Gelêrî bû. Çiku wê biryar da sîstemeke aborî ya pêşketî li Şanghay piştre li perava Çînê lidar bixîne, ligel hiştina navçeyên din ên Çînê ji bo pêşxistina wan di demeke din de. Naskirî ye ku Çîn piştî 40 salî ji destpêka gulvedana xwe ve, hêj bêhtir ji 40 ji sedî ji zeviya Çînê xizmetguzariya baş jê re nebûye. Kêşeya herî mezin a ku ji Hikûmeta Sûrî ya Demkî re derket ew bû ku dema Hikûmeta Demkî dest bi kar kir, ji me hate xwestin em xizmetguzariyê ji hemû navçeyên Sûriyê re û ji hemû aliyan ve pêşkêş bikin. Ji me tê xwestin em di tendirustiyê de, di xwendinê de, di encûmenên xweciyî de, di Artêşa Azad de, di hawarçûnê û aliyên din de bikin.
Vê yekê jî pereyên me parçeparçe kirin. Di heman demê de, armanca me ew bû ku em navçeyên petrolê li Sûriyê rizgar bikin û vegerînin. Piştre bi rêya rizgarkirina van navçeyan em bikaribin ji aliyê darayî ve bikin ku hikûmet bi xwe pereyan bidest bixîne. Lê gellek astengiyên mezin ji me re derketin. Me bi zelalî ji Civaka Navdewletî re eşkere kir ku eger hêzeke leşkerî nebe hikûmetê biparêze û berevaniyê di ber de bike, herwiha em hewl bidin ji bo rizgarkirina navçeyeke biçûk ji zeviyê ku di pey re navçeyeke din û yeke din bê, em di pêkanîna armancên xwe de, biser nakevin. Girîngiya vê bîrokeyê jî ew e ku ew amadekariyê ji Sûriyeya paşerojê re dike. Eger dostên me bixwazin ji bo paşerojê alîkariya me bikin, êdî ev rê ye. Lê eger nexwestin alîkariya me bikin ji bo Sûriyeya paşerojê û xwestin ku nerêkûpêkî belav bibe- ji xwe ev e ya ku em jê bitirs in- êdî hingê wê encam li ser me û li ser wan karesat bin.
Tê gotin ku niha civaka navdewletî û dostên Sûriyê jî bi awayekî serekî berê xwe dane şerê DAIŞê û mijada piştgiriya dijbereya Sûriyê bû ji pirsên neserekî. Niha hûn çawa helwesta navdewletî û opozisyona Sûriyê dibînin derbarê DAIŞê?
Tevî hevahengiya me ligel Civaka Navdewletî derbarê DAIŞê, ku pêwîst e şerê tundrewî û terorê bibe, bi sedema metirsiyên wan ên mezin li ser Sûriyê û li ser herêmê û li ser Rojhilata navîn û Cîhanê bi giştî. Bi berevajî vê yekê, gazina me ji Civaka Navdewletî ew bû ku ji qonaxa destpêkê ve, kêmasî di agahdariya van metirsiyan de kir, tevî ku me gellek caran ew agahdar kirin.
Lê kêşe niha li kûderê ye? Ew dixwazin têkbirina terorê bidin ber xwe piştre berê xwe bidin rejîmê. Em jî dixwazin ku pirs li ser 2 hêlên hevterîp birêve here, ji ber ku rejîmê bi xwe ev rêxistinên tundrew encam dan.
Tê zanîn ku piştî derbasbûna 4 mehan ji şoreşa sûrî ya pîroz, ew şoreşeke aştiyane bû. Rejîmê 2 metirsîdartirîn biryar standin: Hemû serkirdeyên aştîxwaz girtin, ku hewl didan dilê xelkê xweş bikin û hewl jî didan ku xwepêşandan aştyane bimînin û ji leşkerîkirina şoreşê dûr bikevin.
Ji destpêkê ve ev helwesta me bû. Ez heta vê kêlîkê bawer dikim ku ji mezintirîn şaşîtiyên me, ew bû dema em ketin tora leşkerîkirina şoreşê.
Rejîmê dikarîbû me bikişîne meydana ku dizane tê de tevgerê bike, li şûna ku me ew kişandiba meydana ku em dizanin tê de tevgerê bikin, ew jî xwepêşandanên aştiyane ne.
Bi nerîna te mijada hilgirtina çekan şaşîtî bû?
Ev nerîna min e, ku gelê Sûriyê hate kişandin ber bi vê trajedyayê ve, bi rêya karê din ê ku rejîm pê rabû. Min got: Piştî 4 mehan ji destpêka şoreşê rejêmê hemû serkirdeyên aştîxwaz girtin, ku hewl didan şoreş aştiyane bimîne. Di heman demê de, hemû serkirdeyên tundrew ên di zindana Seydnaya de bûn, bi tevayî berdan. Naskirî ye ku dema serkirdeyên tundrew rizgar bibin wê bi kûderê ve herin. Her yekî ji wan berê xwe da dirustkirina tabûrekê û hêzekê.
Te behs kir ku hûn bi rastî ligel şerê DAIŞ û rêxistinên terorîst in, ku li sûriyê belav in. Lê vê dawiyê me hin deng ji dijbereya Sûriyê bihîstin ku gazinan dikin yan jî dibêjin çima civaka navdewletî li Kobanî tenê şerê DAIŞê dike. Çima ev gazin dibe?
Helwesta me gellekî zelal e. Em ji Civaka Navdewletî dixwazin, di astên herî bilind de şerê diyardeya teror û tundrewiyê bike. Ev yek ji me re trajedya ye.
Tevî ku ez ji rêbaza netundûtûjiyê me, ji destpêka xebata me ya aştiyane ve, ji bo demokrasî û azadiyê, li beramberî rejîmê, berî bêhtir ji 20 salan, me hay jê heye ku pêwîst e çareyek ji vê trajedyayê re bê dîtin. Çareya wê jî bi rêya şerê hizrî, aborî û leşkerî, li dijî hemû tundî, terorî û hişkiyê ye.
Lê di heman demê de em dibêjin: Cikvaka navdewletî gellek kêmanî bi me re kir, dema ku koka rejîmê nebirrî. Dema ku di dîtina çareyeke siyasî ya dadwer de dereng ma. Dema em çûne Jenêvê helwesta me zelal bû. Em çûne Jenêva 2yê û me got: Em gellekî pêdagîr in li ser paşeroja Sûriyê. Em aştiyê dixwazin û em aştiyê pêşkêş dikin. Tiştê ku Civaka Navdewletî qebûl kir û tiştê ku Rûsya û Amerîkayê di Peymana 30ê Pûşberê de, li Jenêva 1ê li ser lihev kirin, me jî pêşkêş kir.
Tê gotin ku nakokî û parçebûnên pir ên dijbereyê jî beşdarî di wê yekê de kirin, ku civaka navdewletî pişta xwe bide gelê Sûriyê!
Ev yek rast e. Divê em bi awayekî baş xwe rexne bikin. Nakokî û hevdijîtiyên ku di navbera me de dibin, bandoreke nerênî li ser nerîna Civaka Navdewletî li me, dirust dikin. Em hêvîdar in ku hevgirtineke bêhtir pêk bê, hevtêgihiştineke bêhtir pêk bê. Herwiha em hêvî dikin ku bi rêya Hikûmeta Sûrî ya Demkî ya bê, hevgirtin pêk bê û em dest bi yekîtiyê bikin da ku em Civaka Navdewletî têxin wê baweriyê, ku em guncaw in em alternatîv bin.
Di yek xulekê de. Rewşa dijbereya nerm û hêzên nerm çawa ye? Gelo hêj hêzên nerm hene? Çarenivîsa wan çi ye, bi taybetî piştî bûyern vê dawiyê li navçeyên Idlibê û pêşketina Bereya el-Nusreyê?
Min berî niha got, divê em bi awayekî baş xwe rexne bikin. Bi rêya kenala we ya hêja, ez dixwazim bi biraderên xwe re eşkere bim, ku em di rewşeke ne xweş de ne. Ev rewş jî zehmet e. Pêwîst e em xwe jê rizgar bikin û em hemû behane û sedeman bidest bixin ku em rêyê rast bikin û vegerin rêya dirust. Bi yekîtiya me bi hevgirtina me, bi arastebûna me ber bi Sûriyeya yekbûyî û dewleteke sivîl a demokrat a pirjimar ve.
(Rûdaw)