Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Hewramî: Sala bê rojane emê nîv milyon bermîl bifroşin

Hewlêr – Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî ragihand ku, di çend mehên destpêka sala nû de, Herêma Kurdistanê dê rojane 500 hezar bermîl petrol bifroşe.

Aştî Hewramî di daxuyaniyekê de bo rojnameya Financil Times a brîtanî de wiha got: “Di 4 mehên serî yên sala bê de, Herêma Kurdistanê dê rojane 500 hezar bermîl petrol bifroşe, ku dahata wê, dê digihê rêjeya wan pereyên ku pişka Kurdistanê ye ji budceya Iraqê û ev 9 mehin ku Bexdayê neşandiye.”

Hewramî ji wê rojnameyê re tekez kir ku, ew li ser pilana xwe berdewam in.

Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Aştî Hewramî da zanîn ku ew di gotûbêjên xwe yên ligel hikûmeta Iraqê dixwazin bigihên rêkeftinekê ku ew serxwebûna aborî ya Kurdistanê nas bikin.

(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button