Break newsNûçeslide

Obama: Wê stratejiya Emerîka DAIŞ jinav bibe

Serokê Emerîka Barak Obama Îro çarşemê êvarê serdana navenda operesyonên leşkerî ya Filorayde kir û gotarek pêşkêş kir, Obama ragihand ku dê ew bi riya stratejiya Emerîka ya nû emê rêxistina terorê DAIŞ jinav bibin.

Serokê Emerîka tekez li ser wê yekê kir ku dê hêzên Emerîka mil bi mil ligel hêzên Êraqê şerê rêxsitina terorê DAIŞ bikin û destnîşan kir ku her yek ji Birîtanya û Firansayê jî li Êraqê dest bi êrişên esmanî bi ser DAIŞ de kirine.

Obama got; Eger rê li ber rêxistina terorê DAIŞ neyê girtin dê gef li Emerîka bixwe.

Her wiha Obama da xuya kirin ku hêzên Emerîka yên li Êraqê wê beşdarî ti pevçûnan nebin û karê wan bitenê ew`e ku piştgiriyê bidin hêzên Êraqê û di dawiya gotara xwe de got: Ev şer ne şerê li dijî rêxistina terorê DAIŞ ne şerê Emerîka bi tenê ye.

PUKmedia / Teybet

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button