Break newsNûçeslide

Serokwezîrê Brîtanyayê: DAIŞî ne musilman in, cinawir in

Hewlêr – David Cameron Serokwezîrê Brîtanyayê, ji ber kuştina welatiyêkî wan ji hêla DAIŞê ve got, “Emê têkoşîna xwe hemberî wan bidomînin. Musilmantî olê aştiyê ye. Ev ne musilman in, civawir in.”
Cameron piştî civîna taybet a Encumena Wezîran a Brîtanyayê got, Dewleta Îslamî li Sûriyê û Iraqê bi sedan musilman û mesîhî û hindikayî dikuje û dibêje bi navê îslamê vê dike. Cameron wiha got:
“Bi xwarkirina serê xwe em nikarin ewlehiya xwe bigrin. Ev kêşe ne tenê bo me ye, bo hemû Ewropa û hemû cîhanê ye.”
Serowezîrê Brîtanyayê her wiha got, “Emê bibiryar beşdarî vê şerê bibin. Emê hevkariya lojîstîkî bo hêzên peşmergeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Amerîkayê bikin.”
Welatiyê Brîtanî David Haines ku eslê xwe ji Skoçyayê û di nav tevgereke xêrxwazî de kar dikir, beriya 2 salan ji hêla DAIŞê ve li Sûriyê hatibû revandin.
DAIŞê duhî vîdyoyek belav kir ku, tê de endamekî DAIŞê serê Haines jê dike. Haines ji kuştina xwe serokwezîrê Brîtanyayê berpirs digre.
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button