Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Şandeyeke Emerîkî serdana kampa Newroz kir

Bi armanca ji nêz ve şopandina rewşa koçberên Şengal ku di kampa Newroz a bajarê Dêrikê de bi cih bûne, Şandeyek ji Emerîka derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.

Şandeyek Emerîka ku ji Serokê Fedrasyona Kurd li Kanadayê Toro Gorkan Arman Goran, Endamê Navenda Kurdî ya li Kanadayê Doxan Doxan, Pirofêsorê Emrîkî Toro Radkor û Rojnamevanê Emrîkî Zak Têrî pêk dihat duh serdana kampa Newroz a li bajarê Dêrikê kirin û rewşa koçberên Şengalê ji nêz ve şopandin.

Şande ji aliyê Berdevkê Dîplomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Çinar Salih, Şêwermendê Hikûmeta Herêma Cizîrê yê karûbarên aborî Ebdilrehman Hemo û Endamê Rêveberiya TEV-DEM’ê Ebdilselam Ehmed ve hate pêşwazîkirin.

Piştî ku şande di nava kampê re geriya, pirofêsorê Emrîkî Toro Radkor derbarê armanca serdana şandeyê de axivî û dê nêrînê koçberan û serpêhatiya wan ji aliyên têklîdar re vebêjin.

Di dawiya serdanê de Şandeyê berê xwe da deriyê sînor ê Sêmalka û ji vir derbasî Başûrê Kurdistanê bû.

PUKmedia-Anha

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button