Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
Antonyo Gutêrês bû Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî
Yekîtî Media 14/10/2016
Antonyo Gutêrês, piştî ku ji aliyê Encûmena Asayişa Navdewletî ve bûbû berbijêr, îro di civîna Komeleya Giştî ya NY ve biryar hat pesendkirin û bo 5 salan bû Sekreterê Giştî yê NY.
Antonyo Gutêrês, Serokwezîrê berê yê Purtogalê ku 10 salan Komisyerê Bilind yê Penaberan yê NY bû û heta sala 2015an de di wî karî de bû, ji ber wê yekê hejmarek welatên di NY endam ew berbijêr kirin wek Sekreterê Giştî.
Antonyo Gutêrês Purtogalî ye, li cihê Ban Kî-Mon ê Koryaya Başûr dest bi kar dike, ku di 2 xulekên li dû hev Sekreterê Giştî yê NY bû.