Break newsNûçeslide

Bêtirî 2500 ji niştecihên Qudseya û Elhame li gundewarê Şamê Ji bo Idlibê hatin veguhestin

Yekîtî Media 14/10/2016

Rêjîma sûrî dora 2500 Niştecihên Qudseya Rojavayê Şamê mecbûr dike dev ji Malên xwe berdin û derkevin ber bi Idlibê ve, piştî operasiyoneke bejayî ku hêzên Rêjîmê û milîsên bi ser ve pêkanîn, di heman demê de êrîşên asmanî li ser bajêr pir kirin.

Her wiha Rêjîmê operasiyoneke wek wê li bajarê Elhame yê nêzîkî bajarokê Qudseya pêk anî, tê de bermîlên teqîner û çekên qedexe bikar anîn, ta ku fişarê bide ser xelkên bajêr û wan koçber bike, Rêjîm bi van operasiyonan hewl dide malbatên biyanî yên alîgirên wê, li  şûna Niştecihên resen bicî bike, da ku guhertineke dîmografî çêke û derdorê Şamê ji xwe re dabîn bike.

Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyekê de, hewlên Rêjîmê yên ferzkirina agirbestên tekalî li ser xelkê Qudseya û Elhamê yên li gundewarê Şamê şermezar kirin, û wê bi pêngavekê di çarçoveya pirojeyê koçbarkirina neçarî ya berdewam li tevahiya navçeyên Sûriyê bi armanca guhertina nasnameya wê dibîne, yên bi piştgirî û hemahengiya tekûz ya digel rêjima Îrana dagîrker û bi çavdêriya dagîrkeriya Rûsiya dibin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button