Break newsRaportslide

Li Hesekê konê behîdariya serkirdeyê partiya Yekîtî parêzer Beha Fatimê û birayê wî

Yekîtî Media 6/10/2016

Li bajarê Hesekê rojên sêşem û çarşemê, konê behîdariya serkirdeyê partiya Yekîtî ya Kurd parêzer Beha Eddîn Fatimê û birayê wî Ebdil Hekîm Fatimê li pêşiya mala bavê wan li taxa Til Hecer hat lidarketin.

Hemû pêkhatên bajarê Hesekê ji Kurd û Ereb û Siryan serdana konê şîniyê kirin û erkê behîdariyê ji partiya Yekîtî re û ji malabata herdû şehîdan re pêşkêşkirin, herweha şandên encûmena niştimanî ya kurd li sûriyê ENKSê û partiyê siyasî yên ereb û kurd û nûnerên rêxistinên civaka sivîl û encûmenên êlên kurd û ereb û kesayetiyên niştimanî û olî û rewşenbîr beşdarî konê şîniyê bûn, û gelek gotin di vê boneyê de hatin xwendin.

Tê zanîn ku parêzer Beha Eddîn Fatimê endamê komîta navendî ya partiya Yekîtî ya Kurd li gel birayê xwe Ebdil Hekîm Fatimê di encama teqîna xwekujî ku holeke zemawenda li bajarê Hesekê armanckir şehîd bûn.1 2 3 4 5 7 8 9 10 11 12

6

8

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button