Break newsNûçeslide

Navenda Sûrî ya azadiyên ragihandinê: du nûçegihanên Yekîtî Media hîn li nik asayişa PYDê binçavkirî ne

Yekîtî Media 7/10/2016

Navenda sûrî ya azadiyên ragihandinê di hevgirtina rojnamevanên sûrî de, 13 binpêkirin di mafê rojnamevanan de belgekirin di meha êlûnê de sala 2016, ji wan 9 rojnamevan hatin kuştin, hejmara rojnamevanên ku hatine kuştin ji destpêka şoreşa sûriyê gihişte 376 rojnamevan.

Li gro navenda sûrî asayişa PYD du binpêkirin di vê mehê de kirin, yek jê lêdana nûçegihana qenala Rûdaw Rengîn Şero li ser dergehê sêmalka yê sînorî, ya din revandina nûçegihanê qenala zagros Ismaîl Elî.

Herweha navendê got, ku asayişa PYD hîn herdû nûçegihanên malpera Yekîtî Media di zindanên xwe de girtine, piştî ku ew di orta tebaxa bûrî de revandibûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button