Break newsGotarslide

Peyvên min şevê dî negotin: Çima Hesekê?

Dr. Azad Elî

Piştî bûyera teqîne şeva duşemê 03.10.2016 li  taxa başûrê bajarê Hisiça, wê teqîna terorîstî careke din bi dehan heval, zarok û xelkên me yên bê guneh bi xwe re winda kirin, xwîna kurdan  li ser zevî û axa welêt dîsa herikî, birînên me dîsa vekirin, gelek dil û kezeb şewitandin.

Biraderên me li Rûdawê ew bûyera wêran rûmal kirin, êvara din ango şevê dî, ji min xwestin ez wek kesekî ji wî bajarî, wek heval û biraderê  wan şehîdan biaxivim, hin şirove bikim.  Bê guman wek her Kurdekî, wek her mirovekî pir xemgîn bûm, min lêborîn xwest: Ezê çi bêjim ji bilî sersaxiya milet,  tu peyvan nikarim bêjim, li min biborin!

Lê wek hemî rojnamevanên çalak tîma amadekirina nûçeyên Rojavayê Kurdistanê tekez li ser hatina min li studyoyê kirin.

Ez hatim, li ser masê bê deng rûniştim, min ji biraderê bêjer xwest ..ê  ka çi heye? Dilbixwîn Dara got ezê tenê pirsekê ji te bikim, çima Hesekê? Çima ev qas teqîn lê vî bajarî diqewimin?!

Ji nişkê ve Rûdaw çû Silêmaniyê rûmala zindî ya festîvala sînemayê ya li wir kir. Heval (Mela Bextiyar) ne tenê gotar bi kurdî xwend lê belê bi erebî dubare kir, wek her car nema mîkrofon berda… geşta nûçeyên Rojava têk  çû!

Ez hêdîka bi xemgînî wek hatim ji studyoyê derketim, lê piştî sersaxiyê  eger şevê dî  derfet bihata dê min çi bi gota?

Li Hesekê yan (Hisiça) herdem Kurd armanca  êrişên şovînistan bûn, herdem Kurd bêkar û bê mal dihatin hiştin ji aliyê desthilatê ve, herdem Kurd li Hisiça projeya barkirinê bûn. Lê vê carê tundî teror beloq e, diyar û berdewam e, êriş her siyaseta şoven e, lê bi kirasekî nû ye, di bin ala cîhad û Îslamê de ye!

Li Hesekê van salên dawî gelek guhertinên siyasî û demografî çêbûne, cografya Hisiça rê ji van êrişan re vedike. Deverên kurdî bi giştî û Heseke bi taybetî qulkirî ne, li hember dijmin vekirî ne, ji ber rewşa dezgehên ewlekariyê hatiye guhertin…

Kî deverên kurdî diparêze? Ev e pirsa yekem, ev e kilîta naskirina astengî û qeyranê. Çima Hesekê şeva borî? Çira Qamişlo berî demekê? Tenê yek  bersiv û şirove heye, ew jî şaştiya siyasî ye! Şaştiya siyasî ya (TEV- DEM)ê rê ve dike ji bûyerên tirsnak re.

Gava Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hat damezrandin gavek ji bo parastinê bû, demekê bi erkê xwe rabûn, lê îro ew nemaye ew hêza tenê ji bo parastina gel! Ew ji bo parastina ajenda û îdeolojiya partiyekê kar dike, mixabin kevine Beisî, û kesên nenas û ne kurdhez  berpirsyariya   dezgehên ewlekariya deverên kurdî dikin!

Ev rewş maf dide her welatiyekî Kurd rexne bike, bipirse, kî ne dost û kî ne dijminê kurdan? Bi hezaran welatparêz, bi sedan kurdên dilsoz dixwestin beşdariyê di parastina dever û xelkên Kurdistana Sûriyê de bikin, lê mixabin ew derfet bi wan nehat dan, ji ber wiha rewş berbi wêraniyeke mezin diçe, em nizanin ka  peyv û bersiva me ya bê dê çi be?!

Rûdaw

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button