Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Holand: Êrîşa bajarê Nîs terorî bû

Yekîtî Media 15/7/2016

Serokê Fransayê Franswa Holand ragehand ku, êrîşa bajarê Nîs ku, tê de heta niha 84 kes hatine kuştin êrîşeke terorî bû.

Piştî êrîşa ku, şeva borî li bajarê Nîsê ku dikeve başurê  Fransayê otombêleke barhilgir êrîşî welatiyên wî bajarî kir yên ku, bi armanca cejna niştimanî ya welatê xwe kombûbûn û bi awayekî hovane pêl wan welatiyan kir, di encam de heta niha 84 kesan canê xwe ji dest dane û 100 kesên din birîndarin, ji wan birîndarin 15 kes birîna wan giran e.

Serokê Fransayê di gotarekî xwe de ragehand ku, ew êrîş terorî bû.

Holand da zanîn ku, di hundirê 18 mehan de, sêyem êrîşa terorî li Fransayê tê encam dan.

Heta niha jî derbarê wê êrîşê kesekî berpirsyaretiya xwe neragehandiye, lê Holand tekezî li ser rola welatê xwe di şerê li dijî DAIŞ ê li Iraq û Sûriyê de kir, herwiha tekez kir ku, dê êrîşên wan li dijî DAIŞ ê zêdetir bibin.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button