Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
Firokeyên hevpeymanan êrîşî Artêşa Rêjîma Sûrî kirin
Yekîtî Media 18/5/2017
Firokeyên şer ên hevpeymanan, li ser rêya Şam-Bexdayê êrîşî karwanekê Artêşa rêjîma Sûriyê kirin.
Berpirsekî amerîkî ragihandiye, firokeyên hevpeymaniya navdewletî ku Amerîka serpireştiya wê dike, êrişî ser hêzeke Artêşa Sûriyê kirin.
Wî berpirsê amerîkî ti zanyariyên zêdetir û hûrgilî derbarê êrîşê û encamên wê de aşkere nekiriye.