Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Hevpeymaniya Navdewletî Amadekariyên xwe ji bo operasyona Dêrazorê dike

Yekîtî Media 18/5/2017

Hevpeymaniya Navdewletî dest bi operasiyonekê ji bo kontrolkirina Dêrazorê dike, lê ne bi hevahingî bi Hêzên Sûriyeya Demokratêk re lê belê bi artêşa azad a Sûrî re.

Ceyş Mexawîr El-Sewra, ku berî neha navê wê Artêşa Sûriyeya Nû bû, ragihand, ku ewê di çend Hefteyên bê de dest bi operasiyona kontrolkirina Bokemalê bikin ya 120 k.m li rojhilatê Dêrazorê dikeve û di destê DAIŞê de ye bike. Ew jî bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî.

Serkirdeyê wê hêzê jî dibêjê jî, ji bo şerê kontrolkirina Bokemal û Dêrazorê, hevpeymanan çek û hêz gihandiye wan. Herwiha hêzên Hevpeymaniya Navdewletî dê bi rêya esmanî û pejahî beşdarî bin.

Berî çend rojan wê hêzê karîbû navçeya Himîme li rojhilatê Humsê kontrol bike û bi gotina wan ewê bingehên serbazî li wir ava bikin, ji bo operasyona kontrolkirina Dêrazorê.

Herweha wê hêza opozîsyonê gotiye, ku ew niha kar li ser danîna pilanekê ji bo vekirina rêyên mirovî ji sivîlan re dikin, ku tê pêşbînîkirin sivîl ji bajar birevin û dê li dûrî navçeyên şer, kampan ji wan re amade bikin.

Ceyş  Mexawîr El-Sewra ku amadekairiya şerê Dêrazorê dike, deriyê Tinifê yê hevsînor bi Iraqê re wek navenda serkirdayetiyê bikar tîne û gelek caran ji aliyê DAIŞê ve û bi rêya otombîlên bombekirî rastî êrîşan hatiye.

Tê zanîn, sala borî Hevpeymaniya Navdewletî navendeke leşkerî li Tinifê ava kir, ku hêzên Amerîkî û Brîtanî perwerdekirin û rahênankirina hin grûpên “Artêşa Azad” ji nava wan jî Ceyş Mexawîr El-Sewra dike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button