Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

YNK û PDK ê guftûgoyê li ser rêferandûm û çend pirsên din dikin

Yekîtî Media 11/6/2016

Endamekî Pîlotbîroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) dibêje, ku sibe herdû Pîlotbîroyên YNK û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Hewlêra Paytext dicivin.

Endamê Pîlotbîroya YNK Rizgar Elî ragihand, ku sibe herdû Pîlotbîroyên YNK û PDKê li Hewlêrê dicivin, biryar e jî rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên werin guftûgokirin. Li gor zanyariyan di wê civînê de şanda YNKê daxuyaniyekê derbarê rêkeftina YNK û Tevgera Goranê didin PDKê.

Jêderekî payebilind ya PDKê jî got: “Di civîna sibe de, çend tewer têne guftûgokirin, wek pêwendiyên di navbera herdû partiyan de, avakirina şandeke danûstandkar bo Bexdayê, herwiha pirsa encamdana rêferandûmê û rêkeftina di navbera YNK û Tevgera Goranê. de”

Berî demekê, endamê Pîlotbîroya YNKê Seidî Pîre ragihandibû, ku civîna bi PDKê re, dê bo guftûgokirina li ser encamdana rêferendûm û çareserkirina pirsên darayê û pêdeçûnek bi pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê be.

Endamên şanda YNKê, ji Kusert Resûl Elî, Mela Bextiyar, Rizgar Elî, Ednan Muftî, Qair Hemecan, Umer Fetah pêk tên, lê ta niha endamên şanda PDKê ne diyar in.

Kurdistan 24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button