Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Barzanî û şandeke Amerîkî operasyona rizgarkirina Mûsilê guftûgo dikin

Yekîtî Media 11/6/2016

Serokê Herêma Kurdistanê ligel şandeke Amerîkî operasyona rizgarkirina Mûsilê û çawaniya birêvebirina wî bajarî piştî rizgarkirinê guftûgo kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî, îro li Selahedîn ya Hewlêrê pêşwaziya şandeke siyasî û leşkerî ya Amerîkî kir, ku ji Balyozê Amerîka li Iraqê Stewart Jones û Fermandarê hêzên Hevpeyama Navdewletî li Iraqê General Macfarland û hejmarek ji berpirs û şêwirmendên leşkerî yên Amerîkî pêk dihat.

Di hevdîtinê de, pirsa operasyona rizgarkirina Mûsilê û qonaxa piştî rizgarkirinê û birêvebirina parêzgeha Neynewayê  hate guftûgokirin. Herwiha herdû aliyan li ser wê yekê hevnêrîn bûn, ku pêwîst e bi hûrbînî qonaxa piştî DAIŞê bête lêkolînkirin û tekezî li beşdariya pêkhateyan di operasyona rizgarkirina wî bajarî kirin.

Herwiha di hevdîtinê de, rewşa meydanî yên eniyên şerê li dijî DAIŞê li bajarê Felûce û parêzgehên din yên Iraqê hate kirin. Herwiha hemahengiya di navbera hêza Pêşmerge û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û alîkariya darayî bo Pêşmerge hate behskirin.

Kurdistan 24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button