Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
Yekîtiya Ewropayê girtina serkirdeyên HDP şermezar kir
Yekîtî Media 4/11/2016
Berpirsa Pêwendiyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federika Mogerînî girtina Hevserokên HDPê û Perlementerên wê şermezarkir û got ku, ew kes xwedî bîr û bawerî ne.
Derbarê girtina Rêveberên HDPê Berpirsa Pêwendiyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federika Mogerînî li ser malpera xwe ya Tiwîterê daxuyaniyek belav kir, tê de girtina Hevserokên HDPê û Perlementerên wê bi tûndî şermezar kir.
Derengiya şeva borî 11 perlementerên HDP ji aliyê Polîsên Tirkiyê hatin girtin, di nav wan de Her du Hevserokên HDP jî binçavkirin.